Lîstika ‘Sûîkast’ veguherîna jinê vedibêje

  • 09:05 16 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji aliyê Civaka Şanoya Dijberî Dîwar ve lîstika bi navê ‘Suîkast’  tê lîstin û veguhertin û ronakbûna jinekê vedibêje.
 
Civaka Şanoya Dijberî Dîwar ya şanoyek kolektîfe bi lîstikek nû ‘Sûîkast’ re li ser sahneyane. Lîstik ji fîlmekî suîkastê li gorî şanoyê hatiye amadekirin û di lîstikên de hepsbûna jinê ya di pergalê de û têkoşîna wê tê vegotin. 
 
Serlîstikavana ‘Sûîkastê’ Dîlek Bulut, ku ev 5 sale di civakê de cih digire, der barê lîstikê de nirxandin kir û diyar kir ku wan hewl daye mijara muhafazakariyê ya di demên dawî de zêde bûye vebêjin.
 
‘Divê li dijî zîhniyetê têkoşîn bê dayîn’
 
Dîlekê di axaftina xwe de got armanca karekterê sereke eve ku zarokên ku xeyalên wan hene bigihînin û wiha got: “Hewcedarî bi piştgiriya aborî heye.  Li taxan yên dildar dersan didin hene. Armanca wê eve ku kesên li ser hikûmetê bikujin, lê vê ferq dike û dibêje  ez bikujim ez nikarim bigihêjim çareseriyê. Divê ez li dijî vê zîhniyetê têbikoşim.”
 
Dîlekê balkişand ser esasek din yê girîng ê lîstikê û got di lîstikê de pergala ku nifşê kole digihîne jî tê rexnekirin û li aliyê din jî bi rolên ku li jinan hatine barkirin, balê dikşîne ser jinên ‘wek mêran tevdigerin’.