Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya nû derket

  • 13:13 13 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 9'emîn hejmara Kovara Jîneolojiyê ya bi serenavê "Etîk-Estetîk: Di Dîroka Civakî de Serîhidana Başî û Xweşikbûnê" derket. 
 
Kovara Jîneolojiyê ji sê mehan carekê bi dirûşma "Zanyariya ku li dora jinê pêş dikeve, ji bo nêzikbûna sosyolojiyê gava yekem e" derdikeve.  9'emîn hejmara Kovara Jîneolojiyê ya bi serenavê "Etîk-Estetîk: Di Dîroka Civakî de Serîhidana Başî û Xweşikbûnê" derket. Di hejmara berê de li ser mijara "Jiyana wekhev: Çima, Çawa" hat rawestandin. Di vê hejmarê de jî mijara 
"Etîk-Estetîk: Di Dîroka Civakî de Serîhidana Başî û Xweşikbûnê" hat destgirtin. 
 
Di kovarê de mijara "Di dîrokê de serîhildana başbûn û xweşikbûnê" hat destgirtin. Her wiha di windabûyin û lawazbûna nirxên etîk-estetîk ên civakê de dema ku pirsgirêk derkeve dê çawa ev pirsgirêkana bên çareserkirin di kovarê de hat destgirtin. 
 
Di hejmara pêş de jî dê li ser mijara "Etîk-Estetîk: Ziman, çalakî û birdoziya başbûnê û xweşikbûnê" bê rawestandin.
 
Ji bo pêwendiyê: jineolojidergi@gmail.com