Derhênera ciwan Eylem: Fîlmçêker bi derhênerên jin bawer nakin

  • 09:09 9 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Derhênera ciwan Eylem Kaftan, ji bo fîlmê xwe yê çêkirî ket nav tevgerê. Eylemê rêbaza çêkirina fîlm wek ‘pir bawerî, pir xebat û fedakarî’ bi nav kir û got fîlmçêker ji derhênerên jin bawer nakin.
 
Derhênera ciwan Eylem Kaftan têkiliya xwe ya bi sînemayê re ava kiriye dişibîne bi derziyê vedana bîrê. Ji ber ku li gorî Eylemê li Tirkiyeyê rêbaza yekem a çêkirina fîlm ya ji bo derhênerên jin ‘pir bawerî, pir xebat û fedekarî ye.’
 
Eylem  bi salan derhêneriya belgefîlman kiriye û pêşkêş kiriye. Bi saya vê jî ji Artvînê heta Îzmîrê, ji Îzmîrê heta Amedê li gelek bajarên Tirkiyeyê şahidiya çîrokan kiriye. Dema bernameya belgefÎlma ku çîroka cotkarên bajarvanî çêdikir, çîroka jinek cotkar a Artvînê bandorê li ser wê bike û li ser vê dest bi fîlmê çêkirî dike.
 
‘Ez ji bo çêkirî nû me’
 
Di fîlm de jinek di sektora çapemeniyê ya li Stenbolê dixebite ji bo nexweşiya dayika xwe diçe Artvînê û li mêşan dinêre û têkoşîna jinek bajarî pevçûna wê ya di xwezayê de tê vegotin. Eylem wiha dibêje: “Ez her çiqas di mijara belgefîlman de bibim pispor jî ez di mijara fîmên çêkirî de nû me. Di qadek nû de min gav avêt û gelek karên nû yên divê ez hîn bibim hene. Di serî de zelalkirina butçeya fîlmê çêkirî zehmet e. Nîvê butçeya me ji alî wezareta çandê ve hat veqetandin.”
 
‘Tenê piştgirî dan du derhênerên jin’
 
Eylemê destnîşan kir ku sala borî wezareta çandê piştgirî daye 30 projeyên wan û ji van projeyan tenê du heb yên derhênerên jin bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di qada çand û hunerê de ji ber sektora taybet pêş neketiye ji bo derhênerên jin pirsgirêk e. Di sektorên taybet de çêker zêde piştgiriyê nadin jinan û bi jinan bawer nakin.  Ji ber sînemayê wek qada mêran dibînin. Li cîhanê ji sedî 90’ê jinên fîlm kişandine cara duyem nekişandine. Vê qadê tenê bi mêran sînor dikin.”
 
Eylemê di berdewamiya axaftinê de bi lêv kir ku dema li sponsor geriyaye pirsgirêk jiya ye. Eylemê der barê fîlmê xwe yê di 2019’an de derkeve pêşberî temaşevanan de zêde agahî neda û got hêviya wê her tim heye û wiha berdewam kir: “Me dest bi kar kir. Divê mirov bi çîrokê bawer be. Ez bawer dikim. Derhênerên jin divê li gorî mêran zêdetir xwedî moral û motîvasyonê bin.”