Armanca piştgiriya bi grevên birçîbûnê re klama bi navê 'Leyla Berxwedan e'

  • 10:42 24 Adar 2019
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
WAN - Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin û li zindanan belav bû, ji her derê welat ji çalakiyê re piştgirî tê. Li Wanê jî Dengbêj Mukkades bi amadekirina klama bi navê 'Leyla berxwedane' piştgirî da çalakiyên grevên birçîbûnê. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 137'an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ku li grtîgehan berdewam dike jî ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Ji her qadên civakê û li her deverên cîhanê ji çalakiyên grevên birçîbûnê  re piştgirî tên dayîn. Dengbêj Mukaddes Yildirim ji bo ku balê bikşîne ser çalakiya Leyla Guven û zindanan klama bi navê 'Leyla Berxwedan e' amade kir. Dengbêj Mukaddes bang li hemû dengbêj û hûnermendan kir ku bi klamên xwe dengê berxwedanê bidin bihîstin. 
 
‘Di vê pêvajoyê de dijberên aşitîyê aşkere bûn’
 
Mukaddesê bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê û got ku çalakiyên grevên birçîbûnê ji bo parastina rûmeta mirovahiyê hatine destpêkirin û wiha axivî;” Di serî de ez bejna xwe li ber hemû girtiyên zindanan û li ber çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin ditewînim. Bila herkes bizane ku  ew ne tenê ne. Dinya kor, ker û lal e û vê jî bi zanebûn dikin. Li zindanan bi hezaran mirov di greva birçîbûnê de ne û hevseroka KCD’ê Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Çima bêdeng in? Ji bo ku aşitî, wekhêvî û demokrasi pêk bê ketine greva birçîbûnê. Di vê pêvajoyê de dijberên aşitîyê aşkere bûn. Ev çalakî ji bo wekhêvî û aşitiya gelan hate destpêkirin. Ji bo ku êdî yek dayîk hêstrên çava nebarîn ev çalakî hatiye destpêkirin.” 
 
‘Girtiyan berpirsyariyeke dîrokî hildane ser milên xwe’
 
Mukaddesê di  berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê herkes xwedî li berxwedana zindanan derkeve û wiha dom kir;” Di vê pêvajoyê de divê destpêkê hûnermend û pişt re jî hemû mirovên demokrat bi wîjdan û bi berpirsyarî tevbigerin. Girtiyên zindanan bi vê çalakiyê berpirsyariyeke dîrokî hildane ser milên xwe. Daxwazên wan şikandina tecrîtê û destpêkirina muzakerayan e. Divê hikûmet li dijî vê çalakiyê gavake erênî biavêje. Gotina min ji temamê cîhanê re heye, kurd li her derên cîhanê hene. Tu kes nikare vê înkar bike. Em li dijî tu ziman, çand û baweriya nînin. Em dibêjin jiyaneke ku ji her gelekî tê de pêkane ye bila bê jiyîn. Ew vê qebûl nakin û li dijî me dest bi polîtikayên qirkirinê dikin.”
 
‘Bi hûner û klamên xwe em ê berxwedanê mezin bikîn’
 
Mukaddese  di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser klama xwe ya ji bo Leyla Guven û wiha bi dawî kir;” Çalakiya ku ji aliyê brêz Leyla Guven ve hatiye destpêkirin, çalakiyeke pîroze. Dengê Leylayê û girtiyan li hemû cîhanê belav bûye. Ez jî  fikirîm ku ez bi klameke bersiv bidim vê berxwedanê. Min di klama xwe de bal dikşînd ser berxwedana Leylayê û berxwedana zindanan. Ne tenê yek klam em hezar klaman ji çê bikîn em ê nikarîbîn vê çalakiyê baş vebêjîn. Lê çiqas ji destê me were, em ê dengê girtiyan û dengê Leyla Guvenê bi hûnera xwe û bi klamên xwe bidîn bihîstin. Heta dawiyê em piştgirîyê didîn berxwedana zindanan. Berxwedaneke bi  rûmet e û wê bigihîje serkeftinê.”