Dê Koma Helbestê ya Amedê helbestên xwe ji bo Newrozê bixwîne

  • 11:16 19 Adar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê kom dibin wê vê carê helbestên xwe ji bo Newrozê bixwîne.
 
Koma Helbestê ya Amedê ji du hefteyan carekê kom dibin û bernameyên cuda yên derbarê helbestkaran û helbestê de û her wiha derbarê rojên taybet ên çand û hunerî jî li dar dixin. Dê Koma Helbestê ya Amedê vê carê ji bo 21'ê Adarê Cejna Newrozê bernameyê li dar bixe. Dê di beranameyê de di destpêkê de behsa dîrok û wateya cejna Newrozê bê kirin û piştre helbestên ku ji bo Newrozê hatine nivîsandin bê xwendin. 
 
Dê bername îro saet di 17.30'an de li Weşanxaneya J&J'yê ya Amedê bê lidarxsitin.