Pirtûka namzeta hevşaredariyê HDP’ê ya bi navê “Dil Raperîne” derket

  • 09:03 18 Adar 2019
  • Çand û Huner
 
QERS - Pirtûka  namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê ya  helbestan a  bi navê “ Dil Raperîne” cihê xwe li ser dezgehên pirtûkxaneyan girt. Pirtûka helbestan ji êş û qêrîna kurdan pêk tê. 
 
Pirtûka namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya  Dîgorê  Guljîn Kaya ya  bi navê “Dil Raperîne” derket. Pirtûka ku ji aliyê weşanên Ava ve hatiye çapkirin, niha  eleqeyeke mezin dibîne. Têkîldarî naveroka pirtûkê û wêjeyê  Guljîn axivî. Guljînê diyar kir ku zindîkirina wêjeya kurdî bi xwendin û nivîsê pêkane. 
 
‘Bi qedexeyan armanc dikirin ku kurdan ji çand û hûnera wan dûr bixin’
 
Guljînê di berdewamiya axaftina xwe qala nasîna xwe ya bi wêjeya kurdî kir û wiha got;” Bi salane ziman tê qedexekirin û bi êrîşeke mezin re rû bi rû ye. Li gel qedexekirina zozanan û newalên me polîtikayên pişavtinê dan meşandin û armanc dikirin ku kurdan ji çanda kurdewarî dur bikin. Dîgor warekî kurd û kurdî ye. Ez ji komkujiya Dîgorê pir bi bandor bûm û min xwes ku li dijî van êrîşan bi helbestên xwe bibim mertal. Li dijî vê qirkirinê min xwest gazîna xwe bigihîjim cîhanê. Di zarokatiya xwe de heta niha mereqa min a li dijî helbest nivîsandinê pir zêde hebû û piştre min biryar da ku ez pirtûkeke helbestan çap bikim. Berî çapkirina pirtûka helbestan min di kovaran de jî helbestên xwe weşandin. Niha jî li ser wêjeya kurdî û zimanê kurdî xebat û lêkolînên min didomin. “
 
‘Pirtûka min êş û qêrînên kurdî vedibêje’
 
Guljînê diyar kir ku pirtûka wê ya helbestan êş û qêrînan kurdan vedibêje û wiha dom kir;” Ez di zarokatiya xwe de heta niha şahidiyê komkujî û zextên ser kurdan dikim. Pirtûk çapkirin demek dirêje hişê min de hebû. Min her tim nivîst û min digot divê ev neyên jibîr kirin. Pişt re min kelecaneke mezin biryar da ku ez pirtûka helbestan çap bikim. Helbest xwendin û nivîsandin giyanê dide min.  Naveroka pirtûka min êş û qêrînên kurdan û jinên  kurd vedibêje.  Niha pirtûka min li ser dezgehên pirtûxaneyan cihê xwe girt. Ez naxwazim ku tu car dev ji nivîsandin û xwendina helbestan berdim. 
 
‘Dixwazim  nav siyasetê te nîşan bidim ku bi zimanê kurdî her tişt pêkane ye’
 
Guljînê bal kişand ser  girîngiya wêje û zimanê kurdî  û wiha pê de çû;” Romana kurdî ya yêkem li Qersê ji aliyê Ereb Şemo ve hatiye nivîsandin. Ereb Şemo di pirtûkê de   jiyana xwe ya xîzanî û şivantî heta derbasî sosyalîzmê bûye qala vê yekê dike. Xeyalên min, hestên min û cihana min kurdî bû ji ber wê min dest bi nivîsê kir. Qers cihekê kozmopolîtîk e. Cihekî pir netewî, pir çandî, zimanî û pir bawerî ye. Ez ji dixwazim di nav van netewan de wekî jineke kurd bi zimanê xwe binivîsîn û bixwînîn. Ez dixwazim di nav zimanê siyaset û perwerdê bi hêstên xwe û pênûsa xwe û bi fikr û ramanê xwe nîşanî wan bidim ku zimanê kurdî jî dibe zimanê wêjê, dibe zimanê siyasetê û dibe zimanê aboriyê jî. Tenê bila derfet bidin ku em bi zimanê xwe bikaribîn xwe îfade bikîn û ev zextên ser ziman rabin. Bi awayekê azad di her qadên jiyanê û civakî de wêjeya xwe û bi berhemên xwe yên nivîskî zêde bikîn û dewlemend bikin. “