Koma Helbestê ya Amedê dê helbestên xwe ji bo 8'ê Adarê bixwîne

  • 13:21 6 Adar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbestê ya Amedê dê helbestên xwe ji bo jinên cîhanê bixwîne. 
 
Koma Helbestê ya Amedê ya ku ji du hefteyan carekê kom dibe û şevbihêrkên helbestan li dar dixe wê vê carê helbestên xwe ji bo 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bixwîne. Bernameya Koma Helbestê ya Amedê ya ji bo 8'ê Adarê dê li 1'emîn Şaxa Egitim Sena Amedê di 7'ê Adarê saet di 17.30'an de bê lidarxistin. 
 
Di bernameya 8'ê Adarê ya ji bo Koma Helbestê ya Amedê de dê helbestên ku jinan nivîsandine û di derbarê jinan de hatine nivîsandin bên xwendin.