Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket

  • 10:16 5 Adar 2019
  • Çand û Huner
STENBOL - Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket. Di bergê hejmara nû de Ciwan Haco heye û Egîdê Cîmo hene. 
 
Di hejmara nû ya kovara muzîkê ya Ziryab ku bi tenê kurdî weşanê dike de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaş re hevpeyvîn hatine kirin.
 
Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin.
 
Di kovarê de ji bilî hevpeyvînan gotar, danasîn, portre, nûçeyên muzîkê, albûmên bijarte û playlîst hene. Her wiha di wêneyê bergê yê paş de ji bo bîranîna mîrê bilûrê Egîdê Cîmo yê ku di meha çile de çû ser dilovaniya xwe cih digire. 
 
Hêjayî gotinê ye ku desteya weşanê ya Ziryabê ji Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harûn Elkî, Ozan Irmak û Yûnis Das pêk tê û edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz dike.