Leyla Guven bû stêrkek ku ronî da asîmanê tarî

  • 14:32 3 Adar 2019
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ- Berxwedan û têkoşîna Perlemantera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bû efsaneyek di cîhanê de. Koma Birûsk a Çand û Hûnerê ku amadekariyên Newrozê dike, stranek ku têkoşîna Leyla Guven vedibêje amade dikin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Perlemantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guvn  ku 116 roj e li dij îtecrîda li ser Rêberê PKK'ê di greva birçîbûnê de ye têkoşîna wê ya ku li cîhanê deng vedaye 
 bû stran, helbest û çîrok li ser zimanê her zarokek û jinekê. Leyla Guven bûye mîna stêrkekê ku asîmanê tarî ronî dike.
 
Koma Birûsk a Çand û Hûnera bajarê Til Temir a Kantona Hesekê bi stran, helbest û şanoyên xwe amadekariyê Newroza 21'ê Adarê dike. Her wiha koma Birûsk stranek li ser Leyla Guven ku temsîla jina azad dike jî  amade dike.
 
Leyla Guven stêrkek ronî da di asîmanê tarî de 
 
Hûnermenda Koma Birûsk Delal Oskan amranca amadekirina strana bi navê Leyla wiha tîne ziman:"Di destpêkê de em silavên gerim ji jina tekoşer û azad re rêdikin û dibêjin em berxwedana te ya li hember faşîzmê pîroz dikin. Têkoşîna Leyla Guven li tevahî cîhanê deng veda û em wekî hûnermend erka me ye ku bi stran, helbest û çîrokên xwe berxwedana Leylayê vebêjin."
 
Têkoşîna Leyla bû efsaneyek dîrokî 
 
Delalê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Pêwîste hemû hêz û dewetên Navneteweyî û civaka Navneteweyî daxwaza Leyla Guven pêk bînin çimkî ev daxwaz ne tenê ya wê ye ya bi milyonan mirov e. Heman demê de pêwîste hemû hûnermend û rewşenbîr erka li ser milê xwe pêk bînin çimkî dê di pêşerojê de ev berxwedan û têkoşîna Leylayê bibe çîrok û ji zarokan re were gotin."
 
Her wiha mamosteyê Mûzikê Ciwan Dawid jî axivî û wiha got:"Da ku em bi rengekî xweş û geş pêşwaziya Newrozê bikin, me dest bi amadekariya stran,helbest û çîrokan kiriye."
 
Koma Birûsk a Çand û Hûnera Demuqratîk a Bajarê Til Temir ê jî xebatên amadekariya Newrozê bi rengekî çalak, dikin.