4’emîn mîhrîcana wêje û hunera jinê dest pê kir

  • 10:54 2 Adar 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Jin giyanê wêje û jiyanê ye" û bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê û bi alîkariya Yekîtiya Jinên Rewşenbîr, 4’emîn mîhrîcana wêje û hunerê ya jinê li Qamişloyê hat destpêkirin.
 
Bi dirûşma "Jin giyanê wêje û jiyanê ye" û bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê û bi alîkariya Yekîtiya Jinên Rewşenbîr, 4’emîn mîhrîcana wêje û hunerê ya jinê li Hola Zana ya Taxa Kornîş a Qamişloyê hat destpêkirin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, Endamên Kongreya Star, Desteya çand û hunerê, Yekîtiya Jinên Rewşenbîr, her wiha mêvanên ku ji Koban, Tebqa, Reqa, Minbicê hatibûn jî beşdarî mîhrîcanê bûn.
 
Di destpêka mîhrîcanê de ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Desteya Çand û Hunerê Nûr El-Wega hestê xwe anî ziman û wiha got:"Tiştekî gelek bi nirxe ji bo me ku îro jin berhemên xwe didin diyarkirin, em gelek kêfxweş in ku jin bi pênûs û keda xwe tevlî nava vê mîhrîcanê bûne. Gelek jinên ji netewên cuda bi saya vê mîhrîcanê hatine gel hevdu. Hêviya me ew e ku her sal berhemê jinê ji yên sala din baştir be."
 
Li ser navê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê, Botan Hewşê 4’emîn mîhrîcana wêje û hûnera jinê pîroz kir û wiha got:"Ez bi xêrhatina hemû kesên amade dikim, ez nikarim kêfxweşiya xwe bi çend gotinan ji bo vê rojê bi lêv bikim, berhemên ku tevlî nava mîrîcanê bûne baş in. Kêm be jî  ji bo me bi wate ne."
 
Piştre jî Koma Înana ya jinên Sûryan dîlaneke xwe ya folklorê lîstin. Her wiha stran hatin gotin.
 
Piştre jî koma Kevana Zêrîn ya govendê jî dîlana xwe ya folklorê pêşkeş kir. Koma Şehîda Yekta Kobanê şanoyek bi navê “Dînê” lîstin.
 
Çalakiyên mîhrîcanê bi stranên Koma Kevana Zêrîn ya mûzîkê bi dawî bû.
 
Mîhrîcana 4’emîn ya wêje û hunera jinê wê du rojan berdewam bike.