Li Hesekê Peymangeha Mezopotamya ya Muzîkê hate vekirin

  • 15:37 16 Sibat 2019
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Komîteya Çand û Hunera Kantona Hesekê Peymangeha Mezopotamya ya fêrkirina Muzîkê bi merasîmekê vekir .
 
Îro Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê Peymangeha Mezopotamya ya Muzîkê li taxa Salihiyê bi merasîmekê  vekir, her wiha Endam û Nûnerîn sazî û dezgehên sivîl li merasîmê amade bûn .
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ehmed Çetelê, Hevseroka Komîteya Çand û Huner Efaf Hesekê û Helbestvan Selah Ibrahîm axivîn. Di axaftinan de wiha hat gotin:“ Muzîk pir girîng e. Muzîk ji çanda xwezayî hatiye, ji dengê Dar, Bilbil û her wekî din, em ê ji hemû cîhanê re diyar bikin ku em wekî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi çanda xwe girêdayî ne û em ê zindî bikin .”
 
Deriyê peymangehê ji aliyê dayika Berxwedêr Qehreman Siltanê Ehmed hate vekirin .
 
Merasîm bi pêşkêşkirina amûrên Muzîkê ji aliyê şagirtên peyêmangehê bi dawî bû. .