Koma Helbestê û xwendinê yên Amedê bernameya roja çîrokê ya cîhanê li dar xistin

  • 10:03 15 Sibat 2019
  • Çand û Huner
AMED - Komên Xwendin û Helbestê yên Amedê di çarçoveya Roja Çîrokan a Cîhanê de bernameyek li dar xistin û li ser çîrokan gotûbêj hat kirin. Di bernameyê de beşdarvanan çîrokên gelêrî gotin. Her wiha Sêva Mêxikrêj a ku çanda kurda ya kevnar e jî hat çêkirin. 
 
Koma Xwendinê û Koma Helbestê yên Amedê, bi boneya 14'ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê bernameyek li dar xistin. Bername li Weşanxaneya J&J pêk hat û nivîskar-çîrokbêj Dilawer Zeraq û çîrokbêj Belkisa Bîtkîn wek axaftvan beşdarî bernameyê bûn. Her wiha zimanzan Samî Tan, nivîskar-çîrokbêj Şêxo Filîk û endamên koman jî beşdar bûn. 
 
'Tiştên em nabînin çîrok in'
 
Nivîskar Dilawer Zeraq behsa serpêhatiya çîrokê û awayên çîrokên kurdî kir û got, çîrok tiştên nayên dîtin û kesên xema xwe pê nakin mijara çîrokan e. Dilawer da zanîn ku çîrok di çanda kurdan de xwedî cihekî girîng e û li ser pirsên beşdarvanan rawestiya û bersiv da. 
 
'Min bi vegotina ji bo zarokên xwe dest pê kir'
 
Çîrokbêj Belkisa Bîtkîn jî anî ziman ku wê ji zarokên xwe dest bi çîrokbêjiyê kiriye û got: “Ez dayikek bûm û min her tim ji zarokên xwe re çîrok digot. Vê vegotinê kir ku dest pê bikim. Her netew bi zimanê xwe dijî û mijara çîrokê jî ji bo ziman û çanda me girîng e.” 
 
Di heman demê de kesên beşdarî bernameyê bûn çîrokên gelêrî gotin û Sêva Mêxikrêj jî çê kirin. Sêvên sor û zer bi mêxikan (qerenfîlan) hatin xemilandin.