'Jiyana li gundan çandê zindî dihêle'

  • 09:02 14 Sibat 2019
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Fehîma Cemîl derbarê jiyana gund û çanda kevnar de got:"Jiyana li gundan çandê zindî dihêle. Em bi hev re hewl bidin û çanda xwe biparêzin."
 
Fehîma Cemîl a 45 salî û dayika 4 keç û 3 lawan e û li Gundê Rugubayê Tiltemirê ya Kantona Hesekê dijî têkildarî jiyana gund û çanda kevnar de wiha got:"Li gundan her jiyanek xwezayî heye û ev jiyan jî dibe sedem ku em çanda xwe ji bîr nekin. Loma divê em her dem jiyana li gundan zindî bihêlin."
 
'Divê em keda jinê bibînin'
 
Fehîmayê wiha got:"Li gund jiyanek gelek xweş heye. Li vir destar, hawan, mencel û her wekî din alavên kevnar hene. Dema mirov tiştekî bi destên xwe çê dikin ev tameke cuda dide mirov. Jiyana li gundan bûye sedema pêşketina stranbêjiyê jî. Her wiha rola dayikan jî di vir de gelek girîng e. Dayikên temenbilind wate û bedewbûna jiyanê ya li gundan zindîtir kirin. Divê em keda jinê bibînin."
 
'Jiyana li gundan çandê zindî dihêle'
 
Fehîmayê herî dawî wiha got:"Her çiqas alavên nû derketibin jî ji bo parastina çandê ez gelek carî alavên kevn bi kar tînim. Bi keda dayikan gelek tişt hatine avakirin. Ez jî hewl didim ku xwedî li vê kedê derkevim. Em nanên li bajêr jî dixwin lê nanê tenûrê tamek cuda dide mirov. Loma ez ji nanê tenûrê gelek hez dikim. Jiyana li gundan çandê zindî dihêle. Em bi hev re hewl bidin û çanda xwe biparêzin.Li gundan her jiyanek xwezayî heye û ev jiyan jî dibe sedem ku em çanda xwe ji bîr nekin. Loma divê em her dem jiyana li gundan zindî bihêlin."