Nivîskar Rengîn Kardelen: Çîrok dengê zana yê civakê ye

  • 10:36 13 Sibat 2019
  • Çand û Huner
Roza Metîna
 
AMED - Derbarê 14'ê Sıbatê Roja Çîrokan a Cîhanê de Nivîskar Rengîn Kardelen diyar kir ku roja çîrokê ya cîhanê ji aliyê sekin û helwesta hevpar a di navbera gelan de gelek girîng e û wiha got:"Çîrok dengê zana yê civakê ye. Cîhanek xeyalî ye ku bi dengê dayikên dengxweş li ber lembeyên gazê bi peyvên xweş ê dapîrên rûşêrîn hatiye avakirin. Carinan dibe Mîrze Miheme, bajaran ji ejderhayan xelas dike, carinan dibe Siyamed şûr û mertalê xwe girê dide, li hember mêrê heft eşîran şer dike, carinan jî dibe temî û şîreta dayikekê di vegotina Şengê û Pengê de."
 
Derbarê wate û girîngiya 14'ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê de Nivîskara Jin a Kurd Rengîn Kardelen nirxandin kir. Rengînê bal kişand ser tevgera çîrokê ya di nav wêje, çand û hunerê de û got ku çîrok ji bo pêşketina hişê civakê yê felsefîk û pêşketina wêje çand û hunerê girîng e. Her wiha Rengînê behsa rola jinê ya di nava çîrokê de kir û anî ziman ku jin mamosteyeke zana ye ku di civakê de cihê wê bi tu awayî nayê dagirtin. Bi çîrokê bi metelokê bi helbestê bi stran û govendê derdora xwe, civaka xwe perwerde dike. 
 
'Çîrok dengê zana yê civakê ye'
 
Rengînê diyar kir ku wateya çîrokê berfireh e û wiha got:"Çîrok dengê zana yê civakê ye. Cihanek xeyalî ye ku bi dengê dayikên dengxweş li ber lembeyên gazê bi peyvên xweş ê dapîrên rûşêrîn hatiye avakirin. Carinan dibe Mîrze Miheme, bajaran ji ejderhayan xelas dike, carinan  dibe Siyamed şûr û mertalê xwe girê dide, li hember mêrê heft eşîran şer dike, carinan jî dibe temî û şîreta dayikekê di vegotina Şengê û Pengê de.Wextekî li welatekî ji ber zêdebûna nifûsa însanan, kralê wî welatî biryarek gelekî radîkal distîne. Ji bo pêşîya welidandina zarokan bigire evîn, hezkirin û zewacê qedexe dike. Yek ji keşîşên wî wextî jî vê qedexeyê qebûl nake. Li dijî vê yekê radibe. Heta yên ji hev hez dikin bi dizî li hev mehr dike. Kralê bi kirinên wî dihese 14'ê meha sibatê serê wî jê dike. Gelê wî welatî jî li ber fedakariya vî keşîşî bo rêzgirtinê her 14'ê meha sibatê kulîlkan li ser gora wî datînin û jê re dia dikin. Xêr, xêrxwazî, hezkirin, fedakarî û rêzgirtin wê rojê dike roja hezkiriyan û dibe çîrokek rastîn û belav dibe."
 
'Çîrok ji bo hemû gelan alava piştevaniyê ye'
 
Rengînê da zanîn ku çîrok ji bo hemû gelan wekî pira hevkariyê ye û wiha dewam kir:"Roja Çîrokê ya Cîhanê ji aliye sekin û helwesta hevpar a di navbera gelan de û wek hevkarîgeriya li ser xebatên çand û hunerî û ji aliyê tevkarî û alîkarîyê ve pir girîng e. Çîrok ji bo hemû gelan alava piştevaniyê ye. Hêzên desthilatdar û antîdemokrat her ji xebatên çandî, hunerî û edebî yên gel tirsiyanê û xwestine rê lê bigirin. Belavbûna wêjeyê ji bo pêşketina hişê civakê yê felsefîk ji bo desthilatdarîya xwe xetere dîtine. Ji ber ku zanin ku hiş û zanîna civakê pêş bikeve û bibe xwedî ferasetek baş ew ê çandeke azadîxwaz bi xwe re ava bike, ji bo pêşiya vê pêşketinê bigire çi ji destên wan hatine kirine."
 
'Di warê wêjeya devkî de kêm netew karin xwe bigihînin kurdan' 
 
Rengînê bal kişand ser taybetmendiya çîrokên Kurdî û wiha got:"Ji bo meriv rewşa çîroka kurdî ya îro fam bike, divê meriv ewil li rabirdûya wê binêre. Min berî niha jî gotibû di warê wêjeya devkî de kêm netew karin xwe bigihînin kurdan. Meriv dibêje qey wek oksîjenê nefes daye wêjeya me. Wêjeya Kurdî ya devkî di ser sê rehan re herikîye û xwe gihandiye roja me. Ev jî çîrok kilam û helbest in. Yê ku vî karê bêhempa wek îbadetek jêneger îcra kirine û şagirt li dû xwe hiştine dengbêjên me ne. Li her herêmê li her gundî dengbêjekî li gora herêma xwe navdar peyda dibû û dema ku diçûn cihekî jî bi rêzek dilxweşker dihatin pêşwazîkirin û bi girseyeke mezin dihatin guhdarîkirin. Her dengbêj di heman katê de çîrokbêjek e jî. Hema bêje hemû kilamên kurdî qala çîrokekê dike ji ber vê yekê dengbêj ewil çîroka wê kilamê vedibêje paşê jî destekî xwe dide ber guhê xwe û bi sewta xwe guhdarên xwe mest dike. Hinek kilam an jî çîrok di şevekê de naqedin. Ev kevneşopîya ku ji meriv re dibe serbilindahî, bi hezaran sala dewam kiriye û hatiye roja me."
 
'Jin mamosteyek zana ye'
 
Rengînê herî dawî bal kişand ser rola jinê ya di nava çîrokê de û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jin bi helwesteke azadîxwaz hîmên civakîbûnê datîne. Ramana ewil, bi xwezayê re yekem temasa têrhest û famkirina civaka hevpar bi destnîşankirin û xîreta jinê çê bûye. Bijîşkên ewil, yekem kesên qodên bişîfa yên nebatan derxistine holê jî jin in. Yê ew berhem berhevkirine û kirine nifqe jî helbet jin in. Ji ber ku di hemû çîrokên civakê de jin hene dema ku meriv dibêje çîrok ewil jin tên bîra meriv. Huner wek çalakiyekê bêtir li bedena jinê dike û bi karektera wê re jî di rengekî de ye. Dema ku TV tunebûn di şevên zivistanê yê dirêj de dayikên kurdan zarokên xwe bi çîrokan xistine xew, ew bi wan çîrokên xwedî peyam şîret terbiye kirine û bi wan çîrokan ew perwerde û mezin kirine. Dengbêjan gelek kilamên xwe bi zimanê jinê vegotine “Bavê Fexrîya, Şerê Newala Qeremûsê, Dewreş û Edûlê” hinek ji van kilaman in.  Jin mamosteyeke zana  ye ku di civakê de cihê wê bi tu awayî nayê dagirtin. Bi çîrokê bi metelokê bi helbestê bi stran û govendê derdora xwe, civaka xwe perwerde dike. Ji bo civak bi awayekî bi rêk û pêk pêş bikeve hewl dide."