Fileyên Til Temirê dest bi Rojiya Nînwayê kirin!

  • 15:11 12 Sibat 2019
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Li gorî kevneşopiyên civaka file ji dîrokê ve heta roja me ya îro Rojiya Nînwayê ku 3 Rojan dewam dike tê girtin. Filyên  li Til Temirê jî ku xwestin vê kevneşopiya xwe berdewam bikin îro dest bi Rojiya Nînwayê kirin. 
 
Her civakek xwedî kevneşopiyekê ye. Civaka file ku  aşûrî, suriyanî û keldaniyan di nav xwe de dihewîne, dest bi Rojiya Nînwayê kirin. Ev rojî li gorî ol û baweriya wan 3 rojan dewam dike, paşê li ser xwarina (Poxin) difitirin. Xwarina Poxin ji genim,ceh,nîsk, dendik, fistiq û fasoliyê pêk tê. Poxin yek ji xwarinên gelerî ên civaka file ye, di rojiyê de tê çêkirin û li malbat û cîranên xwe vê xwarinê belav dikin. 
 
Me jî xwest ku em amadekariyê çêkirina xwarina Boxîn a bi destên jinên ku li gundê Til Mîsas yê girêdayî navçeya Til Temirê  rojî gitine bi xwendevanên xwe re parve bikin.
 
Ji jinan Cemîla Nîkolayê ya ku rojî girtiye û amadekariya xwarinê dike wiha dibêje:"Di salê de 3 rojan em rojiya Nînwayê digirin. Ev rojî ji bo civaka file navnîşanek e . Piştî 3 rojan em li ser xwarina Poxinê fitara xwe ve dikin. Ev rojî ne tenê ji bo aşûriyan û  Suryaniyan e keldanî jî dikarin vê rojiyê bigirin."
 
Cemîlayê di dawiyê de hêvî kir ku li tevahî Sûriyê aşîtî serwer bine û bang li tevahî civaka  file ya  derveyî welat kir ku vegerin Sûriyeyê; bi  taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku parestegehên wan lê hene."
 
Kesên ku rojî girtine sibe wê saet di 13.00'an de li Dêra Meryem El-Ezra fitara xwe vekin.