Walîtiya Edeneyê rojê şanoyê qedexe kir

  • 09:34 9 Sibat 2019
  • Çand û Huner
EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi dirûşma "Li dijî polîtikayên qirkirina çandê em hunera azad mezin dikin û serî hildidin" xwest ku rojên şanoyê li dar bixe. Lê ev yek ji aliyê walîtiya Edeneyê hat qedexekirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê bi dirûşma "Li dijî polîtikayên qirkirina çandê em hunera azad mezin dikin û serî hildidin" xwest ku rojên şanoyê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê li dar bixe. Lê ev yek ji aliyê walîtiya Edeneyê hat qedexekirin. HDP'yan ji bo lîstikên "Tartuffe", "Tenê Ez","Kozik" li dar bixin serî li walîtiya Edeneyê da. Lê ev yek ji aliyê walîtiyê ve nehat qebûlkirin.