Çanda deqan a ku bi salan e didome

  • 09:04 8 Sibat 2019
  • Çand û Huner
Rojda seydxan
 
QAMIŞLO - Çanda deqa ya ku ji bo jina wekî nîşaneya bedewiyê ye bi salan e ku didome. Li Kurdistanê jî bi taybet jinan çanda deqê li ser lingan hiştin. Jina bi navê Zekiya Ebdulkerîm a ku hîn şopa deqan li ser rûyê wê hene wiha dibêje:"Çanda deqê bi salan e didome. Li ser deverê di bin maneyên cuda de jinan deq li canê xwe çê kirine."
 
Çanda deqan bi salane ku didome. Di destpêkê de ji bo bedewbûnê dawiyê jî li ser wateyên cudan çanda deqan pêş çûye. Di hinek civakan ji bo parastina nexweşiyan hatiye çêkirin di hinek civakan de jî wekî nîşaneya xizaniyê hatiye çêkirin. Li Kurdistanê jî jinên Kurd çanda deqê her zindî hiştine. Her çiqas niha kêm bûbe jî dîsa jî çanda deqê berdewam e. Jina bi navê Zekiya Ebdulkerîm li Qamişloyê dimîne ya ku bi dizî deq li rûyê xwe çê dikir wiha got:"Me bi dizîka deq li rûyê xwe çê dikir. Dema ku malbata min pê dihesiyan bi min re dixeyidîn."
 
'Dihat gotin ku li gor ola îslamê deq guneh e' 
 
Zekiyayê wiha got:"Min jî li ser rû û destên xwe deq çê kirine. Dema em biçûkbûn me bîr nedibir. Me laşê xwe bi derziyê xwîn dikir. Piştre şîrê dayikên keçan û taneiya agir me tevlî hev dikirin û me bi cihê ku me xwîn dikir, dida. Bavê min dema ku hîn bû min deq çê kiriye, bi min xeyidî. Piştre parçeyek şekirê tirş da min da ku ew deq jê here. Her wiha dihat gotin ku li gor ola îslamê deq guneh e. Loma me çil rojî nimêj dikir ku gunehê me efû bibe."
 
'Çanda deqê bi salan e didome'
 
Zekiyayê herî dawî wiha got:"Çanda deqê bi salan e didome. Li ser deverê di bin maneyên cuda de jinan deq li canê xwe çê kirine. Me bi dizîka deq li rûyê xwe çê dikir. Dema ku malbata min pê dihesiyan bi min re dixeyidîn."