'Xwezî me karibûya rêyeke din ku em ji vê tarîtiyê derkevin bidîta'

  • 10:12 7 Sibat 2019
  • Çand û Huner
RIHA - Hunermend Îlkay Akkaya  bi konsera ku li Rihayê da de kesên di greva birçîbûnê de ne silav kirin û got,"Xwezî rêyeke din ku me bikaribûya xwe ji vê tarîtiyê rizgar bikira bidîta. 
 
Hunermend Îlkay Akkaya ku li Rihayê konser da bal kişand ser greva birçîbûnê.  Îlkay diyar kir ku gotinên strana wê ya bi navê Gîtme (Meçe) ji aliyê girtiyekî ku di sala 1996'an de li Girtîgeha Bayrampaşayê di grevê de bûye hatiye nivîsandin, bi rêya postayê jê re hatiye şandin û wiha got: "Niha jî greva birçîbûnê heye. Ez çalakgerên di grevê de silav dikim. Xwezî rêyeke din ku me bikarbûya hêza xwe bikira yek û xwe  ji vê tarîtiyê rigar bikira hebûye."