Baranê Silêman: Cil û bergên min nasnameya min diyar dikin

  • 09:06 4 Sibat 2019
  • Çand û Huner
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Jina bi nav Baranê Sulêman ku ji biçûkantiya xwe hat 70’ê saliya xwe parastina çanda xwe ya kurdî kiriye wiha dibêje:  “Çand nasnameya mirovan e.“
 
Dayikên kurd rolek pir girîng di parastina ziman, çand û perwerdekirina civakê de lîstine. Ji van jinan yek jê jî jina bi navê Baranê Sulêman e ku li taxa Kebaba ya bajarê Hesekê dijî û ji biçûkantiya xwe heta 70  saliya xwe cil û bergên kurdî li xwe kirin û parastina çanda xwe kiriye.
 
Baranê da zanîn ku ji biçûkaniya xwe de cil û bergên kurdî li xwe dike û wiha got:" Heta  rojek ji temenê min hebe ez ê cil û bergên xwe yên kurdî li xwe bikim. Ji ber ku nasnameya min bi riya cil û bergên min diyar dibe."
 
'Parastina çandê parastina nasname û dîroka mirov e ‘
 
Baranê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku parastina çandê parastina nasname û dîroka mirov e û ev titş got:" Dema ku mirov civakek an jî kesekî bibîne mirov wan bi riya cil û berg û zimanê wan nas dike. Ji ber wê ye ku şerekî taybet ji aliyê çandê ve li ser civakan tê meşandin ji bo ku çand û zimanê wan bê pişaftin. Îro herka her kesî û bi taybtî jî ya dayikan e ku çanda xwe biparêzin. Ji ber ku pêşketina çandê herî zêde bi destê dayikê dikare bê parastin."
 
‘Parastina çanda netewa demokratîk girîng e'
 
Baranê di dewama axftina xwede tekez kir ku xwedîderketina li çanda netewa demokratîk gelek girînge ji ber ku xwedî li nirix û çanda gelan derkeve û wiha domand:" Çanda netewa demokratîk li dijî cudakariyê ye û ev çand ferz dike ku mafê her pêkhateyek heye xwedî li dîrok ,ziman û çanda xwe derkeve."
 
‘xwedî li çanda xwe derkevin ‘
 
Baranê di dawiya axftina xwede wiha got:" Ez bang li hemû gelan dikim ku xwedî li çanda xwe ya resen derkevin. Ez dibêjim ku bila gelê me bi riya rêzfîlmên hîndû û tirkî ji çanda xwe dûr nekevin. Dewleta desthilatdar dixwaze bi van rêbazan  nasname û dîroka me tune bike."