Pirtûka Yildiz Çakar a bi navê 'Ev Rê Naçe Bihuştê' derket

  • 12:33 1 Sibat 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Nivîskara Kurd a jin Yildiz Çakar a bi navê 'Ev Rê Naçe Bihuştê' derket. 
 
Pirtûka herî dawî ya Nivîskara Kurd a jin Yildiz Çakar a bi navê 'Ev Rê Naçe Bihuştê' derket. Pirtûka herî dawî ya Yildiz Çakar a ku roman e, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. 
 
Her wiha berhemên bi navê Gerîneka Guernîcayê (Roman), Derî (Helbest), Leylanok (Ceribandin), Ala (Çîrok), Goristana Stêrkan (Helbest), Amed- Ansiklopedî  jî ji aliyê Yildiz Çakar ve hatine nivîsandin.