Nezahat Dogan: Helbestên bi zimanê Kurdî dilê min hênik dike

  • 09:01 23 Çile 2019
  • Çand û Huner
Roza Metîna
 
AMED - Jina Kurd a Helbestkar Nezahat Dogan derbarê pirtûkên xwe yên helbestê yên bi navê “Demsalên Şikestî” û “Çîroka Emrê Min” de diyar kir ku ew di bin bandora çîrokên dayika xwe de maye û wiha got:”Hesreta welat û keça xwe min bi helbestên Kurdî xwest ku rave bikim. Helbestên bi zimanê Kurdî dilê min hênik dike.”
 
Jina Kurd a Helbestkar Nezahat Dogan ku hestên xwe yên bêrîkirina welat û êşa koçberiyê di herdu berhemên xwe yên bi navê “Demsalên Şikestî” û “Çîroka Emrê Min” de aniye ziman, bal kişand ser taybetmendiya zimanê dayikê û wiha got:”Şopên hestên jinên Kurd min bi zimanê dayikê nivîsand. Loma ez gelekî bextewar im. Bi kirasekî evînî min hestên xwe yên hezkirina welat bi zimanê Kurdî aniye ziman.”
 
‘Li Rojava Kurd bê nasname bûn’
 
Nezahatê da zanîn ku wê gelek êşa koçberiyê kişandiye û wiha got: ”Ez li Nisêbînê ji dayik bûm. Ji ber ku di temenê zarokatî de ez hatim zewicandin min gelek zehmetî kişand. Ez piştre derbasî Qamişloya Rojava bûm. Wê serdemê li Rojava Kurd bê nasname bûn. 6 salan ez li Qamişloyê mam. Herî zêde min bêriya dayika xwe ya ku ez bi çîrokên wê mezin bûm, dikir. Dema ku ez 22 salî bûm keça min jiyana xwe ji dest da û piştre min dest bi nivîsandina helbestê kir. Dema ku min helbest dinivîsand ez di bin bandora çîrokên dayika xwe, hesreta keça xwe û welatê xwe de dimam. Bi salan min êşa koçberiyê kişand. Niha jî li Swêdê dijîm. Hesreta welat û keça xwe min bi helbestên Kurdî xwest ku rave bikim. Helbestên bi zimanê Kurdî dilê min hênik dike. ” 
 
‘Min di wêneyekî de êşa jina Kurd a Êzidî dît û nivîsand’
 
Nezahatê da zanîn ku wê êş û hestên jinê di helbestên xwe de aniye ziman û wiha domand:”Min dema ku li wêneyekî temaşe kir min di wir de êşa jina Kurd a Êzidî dît û nivîsand. Di heman demê de min serîhildan û hunera jinên Kurd jî kir mijara helbestên xwe. Helbest rihê mirovan e û wekî belgeyek dîrokî ye. Lê ya girîng ew e ku tu rihê xwe bi zimanê dayika xwe têr û geş bike.”
 
‘Min dixwest ez bi Soranî jî helbestan binivîsim’
 
Nezahatê bi lêv kir ku ew ji her zaravayên Zimanê Kurdî hez dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Mirov her bi zimanê xwe heye. Loma ez ji her zaravayên Kurdî hez dikim. Min dixwest ez bi Soranî jî bikaribim helbestan binivîsim. Ji bo zarokên min zimanê xwe ji bîr nekin ez bi wan re jî bi Kurdî axivîm û min huner jî bi zimanê dayikê hînî zarokên xwe kir.  Her kes çîrokek emrê wan heye ya min jî çîroka min hesreta welat, êşa koçberiyê, êşa keça min û têkoşîna ji bo doza Kurd e.”