Ji K.E.K’ê ajansa 2019’an: Jin hene

  • 09:09 21 Çile 2019
  • Çand û Huner
STENBOL - Pirtûkxaneya Berhemên Jinan îsal 26’emîn ajanda bi navê ‘Jin hene’ weşandin. Di ajandayê de armanc, hedef û rewşa rojane ya avakirina 100 saziyên jinan ên di 95 salan de cih dirin.
 
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan (K.EK) û Weqfa Navenda Zanistê, Ajanda Jinan 2019’an derxist. Îsal 26’emîn ajanda jinê hat weşandin û bi navê ‘jin hene’ hat weşandin. K.E.K ajansa îsal diyariyê damezrînera gelek sazî û komeleyên jinan, Şîrîn Tekelî kirin. Armanc û naveroka ajandayê komele, sazî, weqf, platfrom û kampanyayên saziyên jinan ên navbera 1923-2018’an de bûn. Hedefa 100 komeleyên jinan di ajandayê de cih girt. Di navbera 1923-1960’î de 10, di navbera 1960-1990’an de 20, di navbera 1990-2000’î de 24, di navbera 2000-2018’an de jî 46 komeleyên jinan û xebat û faliyên wan cih girt.
 
Ji 1990’î heta niha xebata xwe dimeşîne
 
Pirtûkxana Berhemên Jinan ku yekem pirtûkxana jinan a Tirkiyeyê ye bi armanca paşeroja jinan baş bê zanîn, ev agahî bi komî pêşkêşî lêkolîngeran bê kirin, ev agahî bigihêjin nifşê pêşerojê di 1990’î de hat avakirin.
 
Hinek rêxistinên di ajandayê de cih girtine wiha ne:
 
Komeleya Parastina Mafê Jinan (1954) li Stenbolê hatiye avakirin û bi armanca newekheviya zayenda civakî bê rakirin û li her qadê wekhevî hebe xebat meşandiye.
 
Derdora Jinên Femînîst (1989) di qada çand û hunerê de xebat meşandiye.
 
Komeleya Keda Nayê Dîtin (1996) têkoşîna hevpar a jinan hedef dikir. 
 
Hay Gîn (1998) ji aliyê jinên Ermenî yên li Tirkiyeyê ve bi armanca çareserkirina pirsgirêkan hat avakirin.
 
Erktolîa (2015) platformek dildariyê ya pozîtîf a li hemberî şîdetê têdikoşe ye.