Mihrîcana Jenyariya Tekane ya Rojava hat lidarxistin

  • 13:15 18 Çile 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Çalakiyên Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem li Rojava li navenda Mihemed Şêx ya bajarê Qamişlo destpê kir.
 
Bi armanca balkişandina ser çand û kultura gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên roja yekemîn a Mihrîcana Jenyariya Tekane ya yekem a Rojava li navenda Mihemed Şêx ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo destpê kir. Mihrîcan bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Hunermendan a Cizîrê hat organîzekirin. Di mihrîcanê de komek hunermend berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin.
 
Di çalakiyên roja yekemîn de nûnerên rêveberiya xweser, rûspiyên êlên Ereb ên herêma Tebqayê, endamên saziyên sivîl, meclisên herêmî, kesayetên siyasî, endamên Sandîqaya Hunermendan a Sûriyê şaxê Zorava ya Çand û Hunerê tevî hunermendên Mihemed El-Safî, Mehmûd Kurdaholî, Şikrî Sobarî û Nûr El-Eselî yên ku ji bajarê Şamê hatibûn, amade bûn.
 
Li gorî Komîteya Amadekar a Mihrîcanê, mihrîcan dê 4 rojan bidome. Dê 40 hunermend ji her du zayendan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hunermendan Sûrî ji Şamê tev li mihrîcanê bin.
 
Çalakiyên roja yekemîn bi axaftina destpêkê ji hêla endamê rêveber ê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ehmed Cetlê destpê kir. Ehmed wiha got: "Bi navê Desteya Çand û Hunerê em bi xêrhatina beşdaran û mêvanên ji Rojhilatê Sûriyê û Şamê dikin. Ev mihrîcana yekemîn li Rojava ye. Di şoreşan de tevî hêzên leşkerî, siyasî û aborî hêzên cuda tê avakirin. Ji bo ku ew hêz bi serkevin divê hêzek manawî, hunerî û çandî bê avakirin. Heta ku bi berhemên xwe yên hunerî moralan bilind bikin. Şano û aliyên çand û hunerê hemû rolek hesas û girîng di şoreşan de dilîzin."
 
Piştre bi navê Yekîtiya Rewşenbîran, Beşar El-Beşîr axivî û ev tişt anî ziman: "Li Rojava ev mihrîcana tekane ye. Ji bingeha baweriya me bi biratiya gelan û muzîk zimanê gelan e, Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê hat avakirin da ku hunerê aktîv bike. Armanca sereke ya Mihrîcanê balkişandina ser çand û kultura gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen e. "
 
Di dawiya axaftina xwe de El-Beşîr wiha got: "Wek gelên herêmê bi tevahiya pêkhate û bawerî em çanda ax û girêdan tevî mîrata muzîkê bi hev re hevkarin."
 
Paşê axaftina hunermendê navdar Seîd Yûsif ê ku hatibû vexwendin û ji ber rewşa tenduristiyê nikarî beşdar bibe hate pêşandan. Di peyama wî de ev tişt hate gotin: " Lêborîna xwe dixwazin ji ber ku beşdarî mîhrecanê nebûm. Kêfxweşî û desteka xwe ji nifşa nû re pêşkêş dikin. Ez spasiya hestên wan ên xweşik dikim û hêviya serkeftinê di xebatên wan de dixwazin."  
 
Piştî bi dawîbûna axaftinan koma orkêstra ya Rojava berhemên hunerî pêşkêş kirin. Mêvanên mihrîcanê hunermed Mihemed El-Safî, Mihemed Kurdaholî starênên gelêrî yên Erebî û Kurdî stran. Paşê komek ji jenyar berhemên xwe yên hunerî li ser hejmarek amûrên muzîkê pêşkêş kirin. Jenyar Kanîwar Xeşo viyolîn(keman), Mesûd Silêman biziq, Ebûd El-Şewax amûra rebabê ya kultura Reqayê, Rêbaz Cûlî qanûn, Memo El-Ibrahîm gîtar, Mihemed Şerîf Mihemed biziq.
 
Her wiha wêneyên gelek wênesazên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşandan.
 
Di dawiya roja yekemîn a mihrîcanê de sinevizyonek girêdayî hunerê ji waran hemûyan ve hate pêşandan.