‘Em dixwazin ji bêdengiyê re bibin deng’

  • 09:13 16 Çile 2019
  • Çand û Huner
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Hunermendên tevlî pêşangeha wêneyan a ‘Ji bo jin bijîn’, bûn, diyar kirin ku wan di berhemên xwe de wek jinên civakê derketine vê rê û gotin ji bo bibin dengê jinan û piştevaniyê li vir in.
 
20 hunermendên jin bi hevkariya Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin (KCDP) di pêşangeha ‘Ji bo jin bijîn’ de hatin cem hev. Di pêşangehê de 30 berhemî cih girt û ji çîrokên jinên rastî şîdetê hatine pêk tê.
 
Hunermendên tevlî pêşangehê bûn çîrokên berheman vegot. Hunermend Beyza Boynudelîk diyar kir ku gelek hunermendî bersiv nedane banga wan a ji bo pêşangehê û wiha got: “Em gelek jin ji bo bibin dengê jinan ketin nava hewldanê. Ez li ser tecrubeyên xwe kar hildiberînim. Ez di nava jiyanê de me. Ez wek jinekê ji bo li ser piyan bimînim hewl didim. Ji bo kuştinên jinan raweste divê cudabûn bê afirandin. Gelek bername tên kirin.”
 
Arzu Arbak jî bi lêv kir ku ew wek jinekê nikare xwe ji pirsgirêka şîdetê dûr bigire û xebat jî bi vê nêrînê derketiye holê. Arzuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez xwe bi wêneyan îfade dikim. Min di vî karî de jî xwe bi wêneyan vegot. Şîdeta li ser jinekê li ser min e jî. Ez her tim wisa hîs dikim. Zimanê tê bikaranîn şîdet û zextê dide hîskirin. Çalakiyê bi vî rengî ji bo dengê jinan bê bihîstin gelek girîng in. Ya herî girîng jî piştevanî ye.
 
‘Pisrgirêka jinê tune ye, ya mêr heye’
 
Ayşecan Kurtay jî daxuyakirin ku bi berhemek xwe ya kevn tevlî pêşangehê bûye û got jin di her qada jiyanê de ye û di vê xebata xwe de jî daye nîşandan. Ayşecanê bi lêv kir ku pirsgirêka jinê tune ye, ya mêr heye.
 
Endama Platfroma Em ê Kuştinên Jinan rawestînin, Ulviye Mumcuoglu got ji ber zêdebûna îstîsmar,tacîz û tecawizê neçar mane vê pêşangehê vebikin û bi lêv ku ew dixwazin ji vê bêdengiyê re bibin deng.