Hevseroka DÎSA-DER'ê Evîn: Divê jin li dijî asîmîlasyonê Kurdî bidin jiyîn

  • 09:06 15 Çile 2019
  • Çand û Huner
WAN - Li hember qursên zimanê Kurdî yên DÎSA-DER’ê eleqeyek mezin tê nîşandan û ji bo zarokan jî qurs hatin destpêkirin. Hevseroka DÎSA-DER’ê Evîn Adîn diyar kir ku li dijî asîmîlasyonê peywirek mezin dikeve ser milê jinan û bi lêv kir ku divê jin zimanê xwe biaxivin û fêrî zarokan bikin.
 
Komeleya Lêkolîna Çand, Huner û Ziman (DÎSA-DER) ya li Wanê hat vekirin qursên wê rastî eleqeyek mezin tê. Komeleyê 2 meh berê qursên Kurdî, Îngîlîzî û Farisî vekir. Hevseroka DÎSA-DER'ê Evîn Aydin diyar kir ku herî zêde Kurdî eleqeyê dibîne û wiha got: “Me ji bo lêkolînkirina zimanên koma Hînt Ewropa ev ava kir. Ev kom zimanên Îngîlîzî, Farsî û Kurdî dihewîne. Perwerdeya Kurdî ast bi ast in. 3 ast in. Ya yekem ji bo zarokan e. Em daxwazên malbatan li ber çavan digirin û perwerdeyê didin. Em ji ber vê kêfxweş in. Di du mehan de zarok gihaştin nêzî 500 gotinî. Zarok rast diaxivin, dinivîsin. Ji ber vê em kêfxweş in.”
 
‘Armanc ew e ku Kurdî bê jiyîn’
 
Evînê bi lêv kir ku KURDÎ-DER du sal berê bi KHK’ê hatiye girtin û bi vekirina DÎSA-DER’ê re eleqeyek mzin hat nîşandan. Evînê wiha berdewam kir: “Ji bo zimanek bê jiyîn divê bê fêrkirin. Ger zimanek bê xwendin û nivîsandin ew ziman wê bijîn. Ji dîrokê heta niha polîtîkayên asîmîlasyonê didomin. Em dikarin vê jê derbixin. Dixwazin Kurdî tune bikin. Armanca me ya esas jî ev e ku em Kurdî bidin jiyîn.”
 
Evînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo Kurdî bê jiyîn berpirsyariyek mezin dikeve ser milê jinê û got divê jin zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. 
 
Cesur Kava ku tevlî qursan dibe daxuyakirin ku ew bi kelecan dawiya hefteyê dipê û got: “Ez li vir Kurdî hîn bûm. Em li malê diaxivin lê zêdetir Tirkî tê bikaranîn. Piştî qeydî vir bûm ez hîn bûm. Dema min gelek xweş derbas dibe.”
 
Nuda Karker jî wiha got: “Ez li vir Kurdî hîn dibim. Daxwaza min ev e ku hemû kes zimanê xwe hîn bibin. Ez pir kêfxweş im.”