Koma Helbestê ya Amedê û ya xwendinê dê sersalê pîroz bikin 2019-01-12 11:49:03   AMED - Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê dê sibehê di çarçoveya çalakiyên sersalê de şevbihêrkekê li dar bixin. Dê di şevbihêrkê de helbest bên xwendin, lîstika şanoyê bê lîstin, bi erbaneyê û bi tenbûrê dê stran bên gotin, dengbêj dê kilaman bibêjin. Her wiha dê pêşgotin, çîrok, tiştanok û zûgotinok bên gotin.    Li tevahiya cîhanê serê salê di şeva 31’ê kanûnê de tê pîrozkirin. Lê li gorî çand û kevnişopiya gelên Mezopotamyayê û kurdan sersal di şeva 13'ê Çileyê de tê pîrozkirin. Kurd bi şahî û çalakiyên cur be cur sersala xwe pêşwazî dikin. Li Amedê jî Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê dê sibehê sersalê pîroz bikin. Dê bername di 13'ê mehê de li Şaxa Ofîsê ya Egitim Sena Amedê bê lidarxistin. Li gor bernameya Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê dê di destpêkê de derbarê wateya sersalê de axaftin bê kirin. Piştre helbest dê bên xwendin, lîstika şanoyê bê lîstin û bi erbaneyê û bi tenbûrê dê stran bên gotin, dengbêj dê kilaman bibejin. Her wiha dê pêşgotin, çîrok, tiştanok û zûgotinok bên gotin.