Koma Helbestê ya Amedê Helbestkar Nezahat Dogan kir mêvanê hefteyê 2018-12-26 09:18:20   AMED - Helbestkar Nezahat Dogan vê hefteyê bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê û derbarê berhemên xwe de axivî û helbestên wê ji aliyê endamên Koma Helbestê ya Amedê ve hatin xwendin.    Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê li Amedê kom dibe û helbestkarên ku bi zimanê kurdî helbestana dinivîsin dike mêvan vê hefteyê Helbestkar Nezahat Dogan kir mêvan. Helbeskar Nezahat Dogan ku xwediyê du berhemên bi navê 'Çîroka Emrê min' û 'Demsalên Şîkestî' ne got:"Xizmeta ji bo zimanê dayikê û helbestê Kurdî ji bo min şanazî ye."   Endama Koma Helbestê ya Amedê Roza Metîna bal kişand ser taybetmendî û girîngiya çand û wêjeya Kurdî û kêfxweşiya xwe ya derbarê berhemên Nezahat Dogan de anî ziman.   'Helbestên min şopa jiyana min in'   Piştre Helbestkar Nezahat Dogan axivî û got:"Min hemû berhemên xwe bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Helbestên min şopa jiyana min in. Min helbesta yekem jî bi zimanê Kurdî xwend. Ez ji Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûm û di temenekî biçûk de ez hatim zewicandin û piştre ez derbasî Qamişloya Rojava bûm. Piştî ku ez şeş mehan li Qamişloyê mam ez derbasî Siwêdê bûm. Bi salana ji welatê xwe dûr ez li Siwêdê dijîm. Min cara yekem di 22 saliya xwe de dema ku keçika min jiyana xwe ji dest da min dest bi helbestê kir."   Şevbihêrka Helbest û Muzîkê ya Koma Helbestê ya Amedê bi nirxandina berhemên Nezahatê yên 'Çîroka Emrê Min' û 'Demsalên Sikestî' û bi stranên tevî erbaneyê hatin gotin bi dawî bû.