Lîstika Tartuffe li Stenbolê hat lîstin: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye 2018-12-22 10:14:29   STENBOL - Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê ya bi navê "Tartuffe" li Stenbolê hat lîstin. Di lîstika ku eleqeyek mezin dît de lîstikvanan bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven.   Şanoya Bajarê Amedê lîstika "Tartuffe" a Nivîskarê Fransizî Moliere wergerandin zimanê Kurdî û ev lîstik li Stenbolê lîstin. Lîstika "Tartuffe" li Navenda Hunera Pêşandina Avê hat lîstin û eleqeyek mezin dît. Bi lîstika ku hat pêşandan lîstikvanan temaşevan kenandin. Heta lîstik qediya çepikên temaşevanan kêm nebûn.    'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'   Piştî lîstikê lîstikvan Ozcan Ateş axaftinek kurt kir û diyar kir ku dê lîstika wan sibehê û du sibeh li Navenda Nazim Hikmet a Îzmîrê bê lîstin û  got:"Parlamentera HDP'ê ya Colomêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ev 45 roj in di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wê daxwaza me ye. Divê gel lê xwedî derkeve."