Navenda Çanda Mem û Zîn 3 sale girtiye 2018-12-22 09:15:51   ŞIRNEX - Navenda Çanda Mem û Zîn a ku li Cizîrê bi salan di qada hunerê de perwerde da hezaran xwendekarî, ji 2016’an heta niha girtiye. Tevî ku nehatiye morkirin, nayê zanîn ku çima navend nayê bikaranîn.   Navenda Çanda Mem û Zîn (MZKSM) di 2004’an de li Cizîra Şirnexê hat vekirin. Navenda Çandê ya ji aliyê gel ve eleqeyek mezin didît, li navçeyê gelek faaliyetên çandî dimeşand. Navenda bi armanca ‘kevneşopiya Kurd a berê bê jiyîn’ hat vekirin ji aliyê jinan ve jî eleqeyek mezin dît û bi salan bi hezaran xwendekarî di bin bana wê de perwerde dît.Piştî qedexeyên derketina derve di 2016’an de navend ji şaredariyê hat veqetandin û veguhertin qada taybet, bi KHK’yê hat girtin.   Perwerde dan hezaran xwendekarî    Di bin navê Navenda Çandê de bi dehan hunermend jî hatin gihandin. Komên wek Koma Meyaser, Koma Sorxwîn jê derketin û her wiha Gulîstan Eylem Ustun a di bodrumên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bi salan ked da navendê. Navend niha ji 2016’an de ye girtiye.    Îdiaya di qedexeyê de wek qerekol dihat bikaranîn   Li gorî îdiayan navberekê ji aliyê polîs û leşkeran ve wek qerekol hatiye bikaranîn û di qedexeyê de leşker lê bicih bûbûn. Piştî hat girtin, xebatkarên wê çend caran hewl dan biçin vebikin lê polîsan asteng kirin. Navçeya ku 130 hezar nifûsa wê heye, piştî navenda çandê hat girtin, saziyek din a hunerê neket meriyetê.