Li Hesekê pêşandana kurtefilmên Berxwedana Serdemê 2018-12-21 13:07:20   HESEKÊ - Îro li Navenda Çand û Hûnera Demukratîk a Til Temirê Kurtefîlmên ku Berxwedana Serdemê Efrînê vedibêje, ji aliyê Komîna Filim a Rojava ve hat pêşandan.    Îro Komîna Filim a Rojava li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê, Kurtefîlmên berxwedana serdemê vedibêje, ji gelê Til Temirê re dan pêşandan. Bi dehan kes li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo tameşekirinê, kom bûn. Kurtefîlmên "Afrînerên Hêviyê". "Çavên Rêwî", "Çirusk" hate pêşandan.   Piştî tameşekirina kurtefîlman, gel spasiya Komîna Filim a Rojava kirin.