Di lîstika Tatuffeyê de çalakiya Leyla Guven hat slavkirin 2018-12-19 11:04:32   ENQERE - Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffeyê ya ku ji aliyê Niviskarê Fransizî Moliere hatiye nivîsandin li Enqereyê bû. Şanogeran piştî lîstikê çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê slav kirin.    Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Tartuffeyê ya ku ji aliyê Niviskarê Fransizî Moliere hatiye nivîsandin û wergerandin zimanê Kurdî li Enqereyê bû. Şanogeran piştî lîstikê çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê slav kirin. Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê li Weqfa Hacı Bektaş Velî ya Anadoliyê (HBVAKV) hat pêşandan. Lîstik tevî parlamenterên HDP'ê ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin.    Çalakiya Leyla Guven hat slavkirin   Piştî ku lîstik qediya lîstikvanan temaşevan slav kirin û çepikên xurt ji bo wan hat lêxistin. Lîstikvanan çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî slav kirin.