Roşan rê neda êrîşên Erdogan xeyalên wê têk bibin 2018-12-16 13:28:41   ŞEHAB - Bi êrîşên hovane ku li ser Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatin kirin yek ser zarok û xeylên wan hedef hatin girtin. Lê zarokên efîrnê li gel hemû zahmetiyan rê nedan ku  hovîtya Erdogan xeyalên wan talan bike û li gel   êrîş, zehmetî û koçberiyê ev zarok xeyalên xwe pêk tînin.   Bi êrîşên hovane ku li ser Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatin kirin yek ser zarok û xeylên wan hedef hatin girtin. Lê zarokên efîrnê li gel hemû zahmetiyan rê nedan ku  hovîtya Erdogan xeyalên wan talan bike û li gel   êrîş, zehmetî û koçberiyê ev zarok xelalên xwe pêk tînin. Yek ji van zarokan jî  Roşan Sîno ya bi temenê 13 Salî ku ji gundê Mîrkan yê Navçeya Mabeta ye ku bi wêneyên xêz dike xeyalên xwe pêk tîne.    Roşan di temenê 8 salî de li Herêma Efrînê fêrî wênexêziyê bûye û bi tiliyên xwe yên biçûk hestên di dilê xwe de li ser kaxezan dinexşîne.    Piştî ku  deweleta tirk  û  komên girêdayî wê Herêma Efrînê dagir kirin Roşan bi Malbeta xwe re ji Efrînê derdikeve û li Gundê Tel Qirah yê girêdayî Kantona Şehbayê bi cih dibe.  Tevî hemû şert û mercên zehmet Roşan xêzkirina xeyalên xwe beredewam dike û êşa ku li Efrînê kişand bi destên xwe yên biçûk li ser kaxiza spî xêz dike û heskirina xwe ya ji Efrînê re jî nîşan dide.   Roşan Sîno ku ji aljansa me re axivî  wiha got: ""Ez 8 salî bûm min dest bi xêzkirina wêneyan kir, li Efrînê min gelek wêne xêz dikirin û ez tevli gelek pêşengehan bûm, bi êrîşên Erdoxan ên  li ser Efrînê re ez û bi hezaran zarokan re  ji Efrînê derketim. Lê  min dev ji xeyalên xwe bernedan."   'Pênûsên rengîn li Şehabayê tune ne'   Roşan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:" Li Efrînê min hezkirina xwe ji Rêber Apo bi wêneyan nîşan dida. Dema ku bi darê zorê em ji Efrînê derketin min hemû wêneyên xwe bi xwe re derxstin. Em niha li gundê Tel Qirah bi cih bûne, raste rengên pênûsên ku min berê pê wêne êz dikir li Şehbayê tune ne lê dîsa min dev ji xêzkirina wêneyan berneda.  Bi pênûsên bê reng ez wêneyên xwe xêz dikim."    'Mijara wêneyên min êş û jana me ye'   Roşan di nav axaftina xwe de diyar kir ku di nav wêneyên xwe de ku xêz kirine wêneyek li  ser zaroka 1 mehî ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest da, li ser êşa ku li Efrînê kişandiye û her wiha darên zeytonên ku niha bi destê komên çeteyan tên şewitanidin xêz dike  şewtandin, hene.   Di dawiyê de Roşan wiha got:"Ez ê heta dawiyê li pey xeyalên xwe bim û rê nedim ku dewletên dagirker ku bi siyasetên xwe yên qirêj xeyalên min talan bikin, ez ê xêzkirina wêneyan berdewam bikim û hemû kiryarên Erdogan bi wêneyan ji cîhanê re nîşan bidim."