Rose Polat komkujiya 38’an û bîranînên bavê xwe kir pirtûk 2018-12-12 09:12:30   DÊRSÎM - Rose Polat Agum pirtûka bi navê ‘Bego’ derxist û di pirtûkê de şopa Komkujiya Dêrsîmê ya 1938’an cih digire. Rose tiştên ji bavê xwe Bego guhdar kiribû, di pirtûkê de bicih kir.   Rose Polat Agum di pirtûkê de geşedanên beriya komkujiya Dêrsîmê û piştî wê aniye ziman. Bavê Rose, li gundê Korkeç a girêdayî navendê yek ji 6 zarokên malbatê hat dinê. Keça Bego, Roze tiştên ku bavê wê jiyaye di pirtûka bi navê ‘Bego’ de vegot. Rose diyar kir ku wê xwestiye van tiştan binivîse. Me bi Rose û bavê wê Bedrî (Bego) re sohbetek pêk anî.   ‘Em bi birîna bavê min re mezin bûn’   Rose diyar kir ku birîna bavê wê her tim li ber çavê wê ye û wiha got: "Em bi birîna bavê min mezin bûn. Dê û bavê min her tim digiriyan. Lê tu car ji me re sedema wê nedigotin. Bavê min her tim destê xwe yê bi birîn ji me vedişart. Ap, met û gelek xizmên me hatine kuştin. Min jî xwest ez hîna ku bavê min dijî van binivîsîm û fêrî zarokên xwe bikin. Em niha zimanê xwe nizanim. Em jî hatin asîmîlekirin. Zarokên me jî hatin asîmîlekirin. Li gorî min ev qirkirin hîna didome."   ‘Zarokên me jî hatin asîmîlekirin’   Rose di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ez Tirkî di 7 salî ya xwe de hîn bûm. Zarokê min yê li Fransayê hat dinê ne Tirkî ne Kurdî dizane. Wek me, zarokên me jî hatin asîmîlekirin. Zarokên me çanda me zimanê me nizanin. Em ê niha pirtûkê wergerînin zimanê din. Zarokên min wê piştre pirtûkê bixwînin. Wê tiştên kal û bavê wan jiya hîn bibin.”   ‘Avêtin avê, ez birîndar xilas bûm’   Apê Bego ku di 1938’an de birîndar xilas bû jî wiha got: “Ji malbata me 5 kes kuştin. Ez avêtim avê. Ez jî birîndar xilas bûm. Ji me re digotin ‘ermenî’. Rojekê dema Fevzî Çakmak hat Xozatê du zarok di rê de hatin kuştin. Dinêrin ka zarok sunet bûne an na. Dema dibînin ku zarok sunet nebûne wan dikujin. Cudahî kirin nav mirovan. Hîna jî wisa dikin. Ji ber em sax xilas bûn her kes dihat cem me û gorên mirovan dipirsin. Havîn bû. Her der didan ber agir. Sewal jî dikuştin. Dêrsîma mezin bi vî awayî tune bû. Gelek kes hatin sirgunkirin. Hinek hatin qetikirin. Dema Seyît Riza birin Xarpêtê, Ataturk jî li wir bû. Bi hev re Dêrsîma mezin şewitandin.”