Hejmara nû ya kovara Yenî Yaşamê derket 2018-12-06 10:49:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya kovara Yenî Yaşamê ya ku ji aliyê Meclîsa Jinên Sosyalîst ve hatiye amadekirin, derket.    Hejmara nû ya kovara Yenî Yaşamê ya ku ji aliyê Meclîsa Jinên Sosyalîst ve hatiye amadekirin, derket. Di kovarê de dirûşma "Azadî li kuçeyan, bi serhildanê û bi xweparastinê pêk tê" derket pêş. Di kovarê de tê gotin ku jin bi hev re hêza wan zêde dibin û serîhildana hevpar girîng e. Her wiha di kovarê de jin dawetî hevdîtina mezin a dê di 5-6'ê Çileyê de pêk were, tên kirin.    Di hejmara nû ya Yenî Yaşamê de jin tecrubeyên xwe parve dikin. Di kovarê de roportajek bi serhildêrên Flormarê cihê xwe digire û banga piştevaniyê tê kirin.    Nameya Namme jî cihê xwe di kovarê de digire   Kovara Yeni Yaşamê cih da nameya Namme Ozturk a ku mêrê ku dev jê berda kuşt û 12 sal û 6 mehan ceza lê hat birîn. Nammeyê tiştên ku jiyaye vedibêje û dibêje ku ew bi saya piştevaniya jinan zûtir bi ser xwe ve hatiye û bang kir ku ev piştevanî zêdetir bibe.    Di kovarê de nivîsa bi navê "Qeyrana Burs-Kredî" ya ku pirsgirêkên xwendekaran vedibêje cihê xwe digire.    Her wiha nivîsên bi navê "Qeyrana aborî", "Îstismara zayendî", "Ev bedena ya me ye" jî cihê xwe di kovarê de digirin.