Hejmara 165'an a Newaya Jinê derket 2018-11-30 14:31:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Newaya Jin a ku li Ewropayê bi rengekî periyodîk derdikeve bi manşêta 'Çeper Berfireh Dibe' derket.    Rojnameeya ku bi gelek gotar û dosyayan tê ber destên xwendekaran, şopa 2018'an a li ser jinê analîz dike.   Di rojnameyê de cih dane nirxandineke Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat , Serhat dibêje 2018'an jin li dijî faşîzmê bûne yek. Serhat dibêje 2019'an hêza polîtîk a jinan 2019'an wê geştir bibe.   Di rojnameyê de her wiha endama TJK-E'yê Zeynep Dersim kampanyaya ''Tundiya li ser jinê polîtîk e - Dibû ku ew tu jî bûya'' dinirxîne.   Rojda Yildirim jî diyar dike ku navendên paşverû hene ku kuştinên jinan xwe dispêrin ser wan û bi hev re jinan dikujin.   Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk Foza Yûsiv  rewşa eniya Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî ya Sûriyeyê dinirxîne.   Nûçegihan Rojbîn Ekîn jî dibêje, dahatuya azad a welêt wê bi pêşengiya jinan pêk were.   Her wiha gelek nivîskarên din di bîr û boçûnên xwe di rojnameyê de cihê xwe girtine.