'Duygu Asena mejiyê Kadinca bû’ 2018-11-30 09:12:48   Sîbel Ozalp   STENBOL - Kovara ‘Kadinca’ ya îro nayê weşandin di 1’ê Kanûna 1978’an de dest bi jiyana weşanê kir û bû sedema ku gelek jin femînîzmê nas bike. Seda Guler a wê demê di ‘Kadinca’ de wek nûçegîhan xebitî diyar kir ku kovara Kadinca ji bo pêşketina jinê pêngavên girîng davêt, bendên zihniyeta baviksalarî xera dikir.   Duygu Asena ji 1’ê Kanûna 1978’an heta 1’ê Adara 1992’an di kovara Kadinca de gerînendeya giştî bû. Rojnameger nivîskar Seda Kaya Guler diyar kir ku Duygu Asena jin aniye rojevê û got wê çîroka kovarê gelek caran ji Duygu Asena guhdar kiriye. Sedayê ev çîrok ji JIN NEWS’ê re vegot.   Sedayê çîroka Kadinca bi van hevokan vegot: “Necla Seyhun yek ji nivîskarên girîng a modayê bû. Stîlîstiya Vakkoyê jî dikir. Ji rojnameya Cumhuriyetê re jî bi salan nivîsiye. Ercan Arikli bi wê re lihev dike û dibêjin bila kovarek bi giranî li ser modayê be. Ji bilî modayê mijarên tenduristî û zayendê jî wê hebûna. Bi Duyguyê re jî li ser midûriya karê nivîsê li hev dikin. Duygu dixwaze nivîsên li ser zayend û azadbûna jinê jî bên cêkirin. Necla jî moda û xweşikbûnê dixwaze. Hîna hejmara yek derneketiye li hev nakin û Necla vediqete. Duygu Asena dibe gerînendeya giştî.”   ‘Duygu Asena mêjiyên Kadinca bû’   Seda destnîşan kir ku xebata bi Duygu re gelek girîng bûye û ev tişt bi lêv kir: “Duygu Asena mejiyê Kadinca bû. Me jî bi xebata bi wê re ev dît. Me xwe wisa pêş xist. Felsefe û naveroka kovarê wê diyar dikir. Xebata bi wê re gelek xweş bû. Kadinca di jiyana jinan de cihekî girîng girt. Nêrîna jinan diguhert. Niha ez vedigerim dinêrim ku kovarek gelek bi cesaret bûye. Mijara kovarê ne tenê li ser zayendî bû. Cih dida tevgerên jinan jî. Wê demê li Tirkiyeyê tevgerek jinan dest pê dike. Jinan al vekirin û xwe bi rêxistin kirin. Kadinca ev şopand û piştgirî da wan çalakiyan.”   ‘Mêran nedihişt Kadinca biçe malan’   Sedayê bi lêv kir ku ji ber hinek şertan bi bêdengî xwe digîhandin hinek jinan û kovar ketiye her malê û gihaştiye her jinî. Sedayê daxuyakirin ku mêran ketina kovarê ya malan qedexe dikir. Sedayê ev tişt anî ziman: “Dema kovar derket me bertekên erênî jî û neyînî jî girtin. Ji ber bertekên erênî me yên neyînî nedîtin. Me kapaxa ‘ji lêdanê re na’ çê kir. Wê demê Perîhan Şavaş ji Îbrahîm Tatlises lêdan xwaribû. Me ew kir kapax. Me wê demê cihekî girîng da tevgera Mor Îngne jî. Me pêngavên bi cesaret diavêtin. Kadinca di jiyana jinan de cihekî girîng girt. Piştî demekê ji xwe wan jî digot.”