Firçeya wê dîwarê wêran xweşik dike 2018-11-26 09:02:17   STENBOL - Wênesaz Ayşe Kapusuz, li forma dîwarên hilweşyayî, wêneyan xêz dike û vediguhere karekterek nû. Ayşeyê bi lêv kir ku dîwar îlhamek nû dide wê û wiha got: “Nêrîna li wî dîwarî û wêneyekî ku mirov dide kenîn, têrî mirovan dike.”   Ayşe Kapusuz ku dema zarok bû dîwarên malê bi pênûsê xêz dikir, lîseya Hunera Xweşik dixwîne û Fakulteya Hunera Xweşik a Mîmar Sînan diqedîne. Ayşe piştî zanîngehê li gundekî Gumuşluk a Bodrumê bi cih dibe û tevlî gelek pêşangehên tevlihev dibe. Ayşe  bi giştî portreyan xêz dike, 8 sale dîwarê hilweşandî û wêran xweşik dike.   ‘Dîwar îlhamê didin’   Ayşe destnîşan dike ku sedema xêzkirina wêneyan a li ser dîwaran û ji çi îlhamê digire vegot: “Dîwar tiştekî nîşanî mirovan dide. Li wir zemînek amade heye. Îlhamê dide mirovan. Ez forma dîwar dibînim û dibêjim ‘ez dikarim vê lê zêde bikim’. Min wisa dest bi xêzkirina wêneyên li ser dîwaran kir.”    Ayşe di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku gelek kes heman tiştî li ser tuvalê çê dike û ew jî bêyî bendewariya aborî wek hobî vî karî dike, ji ber ku jê kêfî digire, ew kêfxweş dibe. Ayşe xêzkirina wêneyan jî wek nîşandana tiştên di dilê wê de, dinirxîne.