Reqsvan Junîta:Divê jin sînoran derbas bikin 2018-11-24 09:08:26   Melîke Aydin   ÎZMÎR- Reqsvana Agir ya DYA’yî Junîta Degreda destnîşan kir ku zimanê muzîk, reqs û hezkirinê her kesî bi hev girê dide.   Reqsvana Agir ya DYA’yî Junîta Degreda diyar kir ku hezkirin û huner ji bo mirov bi hev re raste rast bikevin têkiliyê têr dike. Junîta her wiha di rêwitiya xwe ya derveyê sînor de jî şîdeta li ser jinê, alavên dewletê deşîfre dike. Junîta ku keça malbatek leşker e, bi hevalên xwe yên ku yek ji Şîlî, yek ji Kazakîstan û yek jî ji Rûsyayê ye, di nav de Avustralya, Asya û Ewropa jî heye li 45 welatî geriyaye.   ‘Ewil divê min sînorê malbatê bişkanda’   Junîta bi lêv kir ku rêwitiya wê ji Îovayê dest pê kiriye û di rêwistiyê de tiştên jiyan û şîdeta li ser jinan vegot û wiha got: “Mirov sînorên xwe xêz dikin û astengiyan diafirînin. Min ewi li dijî sînorên malbata xwe têkoşîn da. Malbatê dixwest ez bizewicim û bibim xwediyê karekî. Min li welatên din jî ev tişt dîtin. Li Tirkiyeyê ji ber porê zer û cil û bergan rastî tacîzê hatim. Ji min re gotin ‘bicehneme’.”   Junîta ku di heman demê de mamosteya îngîlîzî ye rêwitiya wê di 2012’an de destpê dike û 6 salan reqasa agir dike. Junîta anî ziman ku piştî çûye Asyayê dîtiye ku jiyan li wê zehmet bûye û rewşa jinên li Asyayê zehmetir e. Junîtayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zayend di bin zextê de ye. Şîdeta li ser jinan ji ruyê wan tê dîtin. Ji tevgerên zarokan tên dîtin. Min demekê li welatên cuda mamostetî kir. Xwendekar mamosteyên mêr guhdar dikin lê yên jin guhdar nakin. Zarok li malê pir lêdanê dixwin. Li ruyê jinan jî şûna birînan hebû. Ji bo jin azad bibin divê têkoşînê bidin.”