Mîhrîcana Kobanê di roja 2'emîn de dewam dike 2018-11-15 12:18:30   KOBANÊ - Mîhrîcana Kobanê ya Navneteweyî  ku bi dirûşma 'Çand Berxwedan e, Berxwedanî  Jî Çand e' dest pê kir di roja xwe ya 2'emîn de bi temeşekirina flîman dewam dike.   Mîhrîcana Kobanê ya Navneteweyî  ku bi dirûşma 'Çand Berxwedan e, Berxwedanî  Jî Çand e' dest pê kir di roja xwe ya 2'emîn de bi temeşekirina flîman dewam dike. Mîhrîcan li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê dewam dike. Tevî endamên rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantona Kobanê, bi dehan kes, zarok, dayik, kal û pîr û ji  Ewropa û dewletên cuda beşdarî mîhrîcanê bûn   Mîhrîcan bi boneya salvegara 58'an a Komkujiya Amûdê dest pê kir. Di komkujiyê de 250 zarokî li sînemaya li Amûdê   jiyana xwe ji dest dabûn.   Mîhrîcan ji aliyê Komîna Film a Rojava tê organîzekirin. Li gorî Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê dê herî kêm 80 film ku ji nava 400 filmên ku ji dewletên cîhanê ji komîteyê re hatine şandin hatine hilbijartin wê werin pêşandan.   Di van kêliyan de jî rêveberiya komîna fîlîma Rojava Zîlan Hemo diyar kir ku armanca avakirina mîhrîcana kobanê ya navnetewî ew e ku rihê ew zarokên ku di komkujiya Amûdê de hatin qetilkirin, zindî bike û wiha got:" Sinema, festîval ji bo wê pir girîng e. Ji ber vê jî wê her sal ji bo wê festîval bên lidarxistin. Lê ji bo ku em hemû kes karibin cihê xwe di nava vê de bigirin ew ê baş be."   Mîhrîcana îro di saet 14'an de bi kurtefîlm dest pê kir. Paşê belgeyên berxwedanê, kurte animasyon, kurte belge a mehmed aksoy û perspektîvên jin hatin dayin.   Mîhrîcan wê ji saetên piştî nîvro de di saet 14.00'an de heta saet 20.00'an de dewam bike.