Koma Helbestê ya Amedê pirtûka Mizgîn Ronak nirxand 2018-11-14 09:21:38   AMED - Koma Helbestê ya Amedê ya ku ji du hefteyan carekê pirtûkek helbestê dinirxîne vê hefteyê pirtûka Helbestkar û Nivîskar Mizgîn Ronak a ku di girtîgehê de ye nirxand. Di nirxandina Koma Helbestê ya Amedê de pesnê pênûsa xurt a Mizgîn Ronak hat dayin.   Koma Helbestê ya Amedê ya ku ji du hefteyan carekê pirtûkek helbestê dinirxîne vê hefteyê pirtûka Helbestkar û Nivîskar Mizgîn Ronak a helbestê û bi navê Dilavî ku hatina wê ji bo Kobanê hatibû veqetandin, nirxand. Mizgîn Ronak a ku cezayê muebbetê girtiye û di Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê de ye xwediya şeş berheman e. Berhemên xwe yên wekî Sêv Jî Me Dikujin (Helbest), Em Bûn Baran (Roman), Dilavî (Helbest), Nobedarên Gulên Kobanê (Roman), Gorçiya (Roman), Rojhat (Roman), li girtîgehê nivîsand. Xwişka Mizgîn Ronak, Dîlan Aydin jî beşdarî nirxandina pirtûkê bû û got:"Mizgîn bi têkoşînek bê hempa û bi hestên kurdewarî tevî hemû zehmetiyên li girtîgehê li ber xwe dide û ji zimanê dayika xwe re xizmetê dike."   'Ew bi hestên Kurdewar û bi zimanê dayika xwe dinivîse'   Di destpêka nirxandina pirtûka Mizgîn Ronak de xwişka wê Dîlan Aydin axivî û got:"Mizgîn Ronak bi pênûsa xwe ya geş bandorek erênî li ser têkoşîna jinên Kurd dike. Ew bi hestên Kurdewar û bi zimanê dayika xwe dinivîse û hewl dide ku zilm û zordestiyên li ser axa Kurdistanê hatine kirin neyên jibîrkirin. Mizgîn a ku di 17 saliya xwe de beşdarî tevgera têkoşîna azadiyê bûye her dem bi evîna nivîsandinê dijîya. Nivîsa wê ya yekem di Rojnameya Welat de hat weşandin. Piştî çalakiya fedaî ya Zîlanê wê helbesta bi navê Zîlan Zîlan nivîsand. Wê her dem bi kedek mezin têkoşîn û keda jinên Kurd ên leheng derxistiye pêş."   'Bi pênûsek azad û hestên Kurdewarî dinivîse'    Piştî axaftaina Dîlanê pirtûka helbestê ya Mizgîn Ronak a bi navê Dilavî ji aliyê endamên Koma Helbestê ya Amedê hat nirxandin. Endamên Koma Helbestê ya Amedê derbarê pirtûkê de anîn ziman ku Mizgînê kirasê sîstemê yê ku lê hatiye kirin çirandiye û bi pênûsek azad û hestên Kurdewarî dinivîse.    Di dawiyê de helbestên Mizgîn Ronak ji aliyê endamên Koma Helbestê ya Amedê û ji aliyê xwişka wê Dîlan Aydin ve hatin xwendin.