Neqişandina di rûyê dîrokê de dide der 2018-11-14 09:02:38   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jina bi navê Zerga Muhemed bi motîvên neqişandinê ku heta roja îro bi saya keda destên jinê gihaştiye nifşên nû, çanda xwe diparêze. Zergaya ku bi dildarî çanda xwe diparêze dibêje:"Parastina çandê ji bo min rûmet e. Niha ez hînî zarokên xwe jî dikim da ku ew jî bigihêjin nifşên din."   Zerga Muhemed a 50 salî û li Gundê Qasimiyê yê Til Temira Kantona Hesekê dijî, tevî ku nexweş e dîsa jî di nava hewldana parastina çanda xwe de ye. Zergayê motîfên neqişandinê yên ku ji dê û bavan maye niha bi kedek giranbiha berdewam dike. Zergayê derbarê parastina çanda gelê Kurd de diyar kir ku heta jin çanda xwe neparêzin ew ê ber bi tunebûnê ve biçe û wiha got:"Keda destan di warê parastina çandê de gelek girîng e loma divê em li keda destan, xwedî derkevin. Her wiha em piştgiriyê bidin hewldana jinê ya di vî warî de."   'Keda destan ji zêr bi qîmetir e'   Zerganê bal kişand ser girîngiya keda destan û got:"Ji zaroktiya min de ye ku ez karê destan dikim. Niha ez fêrî zarokên xwe jî dikim da ku ew jî bigihêjin nifşên din. Min rûyê balîf, doşek, perdeyan heta niha her dem neqişandiye û her wiha ez qazax, soweter, êleg jî çê dikim. Keda destan ji zêr bi qîmetir e divê em her dem lê xwedî derkevin."   'Parastina çandê ji bo min rûmet e'   Zerganê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Parastina çandê ji bo min rûmet e. Divê em rûmeta xwe her biparêzin. Keda destan di warê parastina çandê de gelek girîng e loma divê em li keda destan, xwedî derkevin. Her wiha em piştgiriyê bidin hewldana jinê ya di vî warî de."