‘Divê huner li cihên diyarkirî neyê sînorkirin’ 2018-11-10 09:10:07   Safiye Alagaş   STENBOL - Komek wênexêz ku li navçeya Maltepeyê kafeya bi navê Donkîşot vekirin, li kafeyê xebatê pêşangeh û atolyeyê didomînin û diyar kirin ku divê huner li cihên diyarkirî neyê sînorkirin.   Komek wênexêzên ku ji ber huner di cihên diyarkirî de hatiye sînorkirin hatin cem hev, li navçeya Maltepe ya Stenbolê kafeya Hunerê ya Donkîşot vekirin. Di kafeyê de wê atolyeyên muzîk, wêne, wêje, reqs, sînema, şano, moda karografî, karîkatur, teşekirina zimanê biyanî wê pêk bên . Kafe di 27’ê cotmehê de bi pêşengehek wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Akdogan Topaçlioglu, Alp Yavuz, Ayşe Kapusuz, Celalettîn Tandogdu, Elîf Ajdarkosh, Işil Dural, Kubra Demîrcan, Nehîr Kiliç, Okan Kiliç, Omer Kocag, Serdar Şencan, Serkan Ergun, Soner Çakmak, Turan Buyukkahraman, Umît Erzurumlu û Zehra Başaran cih digirin.   ‘Hewcedarî bi qadek wisa hebû’   Wênexêz û şêwirmenda pêşangehê Zehra Başaran got li aliyê Anadolu ya Stenbolê hewcedarî bi cihekî wisa hebûye û wiha got: “Ez jî xwediyê wêneyekî di pêşangehê de bûm. Me xwest galeriyek hebe. Ji bo vê me pêşangeh vekir. Em ê ji vir şûnde jî pêşangehên xwe di vê xetê de bikin. Ji ber hewcedariya aliyê Anadolu ya Stenbolê bi qadek wisa hebû.”   'Ez zêdetir jinan di wêneyên xwe de bi cih dikim'   Wênexêz Elîf Ajdarkosh jî destnîşan kir ku ew piranî wêneyên jinan xêz dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê min xwest di mijara alzaymirê de ji bo balê bikşînim ser nexweşên alzaymirê wêne xêz bikim. Lê sedema wê nizanim lê dixwazim zêde ya jinan xêz bikim. Zêdetir tiştî îfade dike li gorî min. Yên herî zêde cuda tên dîtin, rastî neheqiyê tên û têdikoşin, jin in. Ji ber vê ez zêdetir jinan di wêneyên xwe de bi cih dikim.”   'Divê huner neyê sînorkirin'   Işil Dural a 30 sal e wêneyan xêz dike jî bi lêv kir ku ew li ser wêneyên fîguratîf dixebite û got di wêneyên xwe de tiştên dixwaze vebêje bi fîguran vedibêje. Nehîr Kiliç jî kêfxweşiya xwe ya ku di pêşangehê de cih digire anî ziman û got hewcedariya aliyê Anadolu ya Stenbolê bi galeriyek hunerê hebû û got divê êdî huner hêdî hêdî biherike aliyê Anadolu ya Stenbolê. Divê huner neyê sînorkirin.