Zarokên Efrînê hestên xwe xêz dikin 2018-10-28 16:24:00   ŞEHBA - Bi armanca alîkariya zarokên Efrînê yên di Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê de hatine bicihkirin û ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan bi sponseriya şêwekar û ajansa Romaf a nûçeyan di Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê de tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre hate danîn da ku zarokên kampê hestên xwe li ser binexşînin.  Nêzî 400 zarok hestên xwe li ser vê tabloyê dinexşînin.   Zarok hestên xwe û serpêhatiyên xwe yên li kantona Efrînê û kantona Şehbayê û sirûşta Efrînê nexş dikin. Di çalakiya zarokên Efrînê ku hat lidarxistin  bi dehan welatiyên Efrînê beşdar bûn.   Zarok bi şêwazên cuda nexş dikin û hin zarok jî bi şaxên zeytûnan navê Efrînê li ser tabloyê dinivîsin.   Tê payîn ku ev çalakî li hin deverên din ên kantona Şehbayê jî were lidarxistin.