Şopdarên Rojê pêşengeha xwe li Kelha Berxwedanê vekir 2018-10-28 16:08:25   Berçem Cûdî   KOBANÊ- Navenda Şopdarên Rojê vekirina  pêşengeha xwe ya wêneyan didomîne û vê carê jî li çand û Hûnera Baqî Xido ya Kobanê nîşan dide.    Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî Çapemeya YPJ'ê di 27'ê razberê de pêşengeha ku ji 100 wêneyên cuda pêk tên li bajarê Dêrîkê vekir kir û li gelek bajrên din jî tê nîşandan. Bi vê armancê pêşangeh  jî îro li Navenda Çand û Hûnerê y Baqî Xido tê pêşandan.   Di pêşengehê de wêneyên curbe cur hatine nîşandan. Di pêşangehê de li aliyekî wêneyên şervanên YPJ/YPG di çeperande û li aliyekî jî  yên  jiyana wan a rojane. Herwiha di pêşangeyê de wêneyên zarokan jî ahtine nîşandan.     Endam navenda Şopdarên Rojê Jiyan Xelîl derbarê pêşengehê de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Pêşengeha me ji bajarê Dêrîkê dest pê kir û  bajar bi bajar berdewam kir û îro jî me li Kobanê vekir. Deriyên pêşengehê sat ji 9'an de vebûne, ji vê sibehê de jî gelê Kobanê serdana pêşengehê dike û kêfxweşiya xwe nîşan dide."   'Şoreşa Rojava - bakurê Sûriyê nîşan dide'    Jiyanê di berdewamiya axafitina xwe de da diyarkirin ku pêşengeh him rengê leşkerî û him yê civakî diyar dike û wiha domand: "Di nava pêşengehê de gelek wêne hene, him yên leşkerî û him yên civakî. Wêneyên leşkerî di qadên şer de, perwerde û jiyana şervanan e. Ji bo vê jî me xwest ku em di hundir wênayen de rastiya şoreşa Rojava - bakurê Sûriyê derxin holê û em pêşangeha xwe bajar bi bajar didin pêşandan."   'Ji wêneyan pêşengiya jinan xuya dibe'    Jiyanê qala wêneyên jin yên di pêşengehê de kir û wiha axivî: "Di nava pêşengehê de reng û wêneyên jinê xwe didin der. Hem jinên şervan û hem jinên di nava civakê de hene di wêneyan de. Ji ber  ku rol û misyona jinan di nava şoreşa civakî û leşkerî de ya sereke ye, me wêneyên jinan zêde pêşkêş kirine. Jin çawa çanda xwe diparêze, çawa cihê xwe di serhildan û şoreşan de digre û jin çawa di qadên şer  de êrîş dike û diparêze."   Heri dawî jî Jiyan Xelîl endama şopdarên rojê reghand ku wê ev pêşengeh di şahiya roja Kobanê ya cîhanî de ango di 1'ê Mijdarê de jî berdewam bike.   Pêşangeha ku saet ji 9'an de deriyê xwe vekir ew ê heta 7.30'an ji gel re vekirî bimîne.