‘Dema mirov birçîbûn avêtina xurekan luks e’ 2018-10-23 09:09:01   EDENE - Gonul Paksoy ku di pirtûka xwe ya bi navê ‘Mutbexa bermahiyên wê tune ye’ xwarinên balkêş ên bi xurekê diçin çopê çê dike, vedibêje, pêşangeha wê ya ‘Çêkirinên bermahiyên wê tune ye’ bal kişand. Gonulê diyar kir ku dema 800 mîlyon kes li dijî birçîbûnê têbikoşin, avêtina xurekan ne luks e.   Gonul Paksoy ku beşa Endezyariya Kîmyayê li Zanîngeha Yildiz Teknîk qedan, piştre ji Faulteya Zanistên Esas a Zanîngeha Çukurovayê lîsansa bilind û ji Enstutiya Zanistên Fenê jî doktoraya xwe kir.   Gonulê di 2007’an de li Fakulteya Hunerên Xweş a Zanîngeha Mîmar Sînan di beşa Tekstîl û Modayê de ders da. Gonulê di heman demê de ji ber eleqeya wê heye pirtûkên cuda yên xwarinê derxist.   Gonulê berê pirtûkên ‘morîkên tên xwarin’ û ‘xwarina kulîlkan’ derxist. Herî dawî jî ‘mutbexa bermahiyên wê tune ye’ derxist û di vê pirtûkê de cureyên xwarinê yên balkêş vegot. Xwarinên ji kaşilê xiyar çê dibe, xwarinên ji kaşilê îsot, fistik û boça bacan çê dibe vedibêje.   ‘Berhemên mutbexê li xwezayê bi zehmet tune dibin’   Gonulê got di Foruma Aboriya Cîhanê ya Davosê de biryar hatiye girtin ku di sala 2030’î de bermahiyên mutbexê ji sedî 50 kêm bibin û wiha got: “Em bi vê biryarê bi rastî bawer bikin em ê bi ser kevin. Ji ber vê min wisa xurekên hunerî amade kir. Berhemên mutbexa xwe navêjin, ji ber li xwezayê zehmet tune dibin. Mînak ji kaşilê zebeş selete dikare bê çêkirin, di kaşilê greyfurtê de hêk, di kaşilê teze yê fistiqê de kofte û gelekên din dikare bê çêkirin. Kaşilê porteqalê pir zehmet di xwezayê de tune dibe. Bifikirin tiştên ne xwezayî em davêjin. Em xwezayê qirêj dikin. Cîhan qirêj dibe. Ger em bixwazin em dikarin cîhanek paqij biafirînin.    Gonulê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi pêşangeha xwe ya bi navê ‘çêkirinên bermahiya wan tune ye’ jî dixwaze balê bikşîne vê û got dema mirov birçî bin luksa wan a ku berhemên mutbexê bavêjin tune ye.