1'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê bi dawî bû 2018-10-22 09:23:44   WAN - 1'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ya ji aliyê Mencel Şano hat destpêkirin bi konsera Lorika Dayikan bi dawî bû.    1'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ya ji aliyê Mencel Şano bi dirûşma "Lîstikek, xeyalek û azadî" hat destpêkirin bi konsera Lorika Dayikan do bi şev bi dawî bû. Şanoya Mencel bi eleqeyek mezin rû bi rû ma. Di konsera ku amûrên wekî bilûr, erbane, gitar lê ket stranên Kurmancî, Ermenî hat gotin û eleqeyek mezin hat nîşandan. Lîstikvanê Şanoya Mencel Ferhat Aslan axivî û lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emin Yalçinkaya bi bîr anî. Konser bi gerandina govendê bi dawî bû.    Piştî konserê ji aliyê lîstikvana Şanoya Mencelê Perinaz Delazy plaket hat dayin. Temaşevanan piştî dayina plaketê kêfxweşiya anîn ziman û bi lîstikvanan re wêne kişandin.