YCR`ê li Kobanê Mîhrîcana Şehîd Hogir li dar xist 2018-10-21 10:43:37   KOBANÊ - YCR'ê bi dirûşma "Serî hilde, şer bike û Efrînê azad bike” li Kobanê 4'emîn Mîhrîcana Çand û Hûnerê ya Dicle-Firat ya şehîd Hogir li qada şehîd Egîd li dar xist.   Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) li Kobanê bi dirûşma, "Serî hilde, şer bike û Efrînê rizgar bike" bi tevlibûna bi sedna ji şêniyên herêma firat û cizîrê, Minbic, Tebqa û Reqa li Kantona Kobanê li qada şehîd Egîd 4'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Hogir li dar xist. Qada mîhrîcan lê hat lidarxistin bi wêneyên Rêberê PKK Abdulah Ocelan û yên şehîdan her wiha wêneyên ku hatibûn xêzkirin hatibû xemilandin.   Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk a Kantona Kobanê Gulê Hesen axivî û mîhrîcan li hemû ciwanan pîroz kir û got:” Yeketiya ciwanên rojava nirxên dapîr û bapîrên me ku paşeroj û pêşeroja me diparêzin e. Em jî di wê bawariyê  de ne ku hûn bi rihê berxwedana serdemê 4'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê    li hemû ciwanên Sûriyê pîroz dikin.”   Piştî axaftinan malbata şehîd Hogir Peykera şehîd Egîd diyarî Ciwanan kir. Mîhrîcan bi stran, şano û govendê berdewam kir.   Herwiha mîhrîcana ku di 20'ê cotmehê de li Kobanê hat destpêkrin ew di 25'ê cotmehê de li Reqayê, di 30'ê cotmehê de li Qamişlo û di 5'ê mijdarê de jî li Hesekê bê berdewamkirin.