Nivîskar Gulser Han: Ez nebûm hevkarê rondikên dayika xwe 2018-10-21 09:30:08   STENBOL - Nivîskar Gulser Han ku bi romanên xwe yên ‘Nameyên Hêvîbarkirî’ û ‘Perperokên difirin azadiyê’ bala xwendevanan kişand, naskirina xwe ya sirgûnê di temenê biçûk de wiha vegot: “Ji zarokatiya min heta niha ew êş hîna dilê min dişewitîne. Ji ber ez tu carî nebûm hevkarên êş û rondikên dayika xwe.”   Nivîskar Gulser Han ku keça malbatek di komkjiya Dêrsîmê ya sala 1938’an de hatiye surgunkirin e, bi romanên xwe di Fuara Pirtûkan a Şahkulu ya di 10-14’ê cotmehê de pêk hat de bi xwendevanên xwe re hat cem hev. Pirtûka yekem a bi navê ‘Nameyên hêvîbarkirî’ di 2009’an de ji weşanên Berfîn Kora derket û romana wê ya din jî ‘Perperokên difirin azadiyê’ bû.   Dostaniyên bi nameyan hatin avakirin   Gulser di romana xwe ya ewil de darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’ê vedibêje. Pirtûka wê ku 9 sal berê derketiye hîna jî rastî eleqeyek mezin tê. Di romanê de zilma Sevgî ya ku keça malbatek di komkujiya Dêrsîmê de hatiye surgunkirin û di darbeya 12’ê îlonê de jiyaye û bi nameyên ku şandiye û dostanî ava kiriye tê vegotin.   Gulserê got ew jî keçek malbatek ku hatiye surgunkirinê ye û got tevî ku ew dem nejiyaye jî heman hestan dijî û wiha got: “Ji zarokatiya min de hîna ew êş dilê min dişewitîne. Ji ber em nebûn hevkarên rondik û êşa dayika min. Em her tim dur man.” Gulser der barê pirtûka xwe ya ‘Perperokên difirin azadiyê’ de jî wiha dibêje: “Ev pirtûk, pirtûkek ji 8’ê Adarê dertê rê û 8 jinên ku bandor li ser hemû jinê cîhanê kirine vedibêje.”