Di Rojên Kemperiya Wêjeyê de danesîna pirtûka 'Anatomiya Wêjeya Kurdî' hat kirin 2018-10-14 17:19:31   AMED - Nivîskara pirtûka "Anatomiya Wêjeya Kurdî" Clemense Shalbert Yucel, diyar kir ku li erdnîgariya ku kurd lê dijîn wêje û siyaset têkilhev bûye, bêyî ku ev bê redkirin dikare wêjeyek qenc bê afrandin.   Di roja 2'yemîn a Rojên Kemperiya Wêjeyê de ku ji aliyê Navenda Hunerê ya Amedê û Weşanên Lîsê ve hat lidarixistin de, Li Odeya Avahîsazan a Amedê danasîna  Pkrtûka "Anatomiya Wêjeya Kurdî" hat kirin. Di civîna ku li Salona Cihvînê ya Îlyas Aktaş hat kirin de nivîsakra pirtûka "Anatomiya Wêjeya Kurdî"  akademîsyen Clemensê Shabert Yucel axivî. Clemensê, ya ku bi kurdî axivî diyar kir ku ew berî bi 15 salan hatiye Amedê û piştî xebatên ku li vê kirin dest bi nivîsandina vê pirtûkê kiriye.  Clemensê diayr kir ku wê li herêmê nivîskar û helbestvanên kurd jî nas kirine û pirtûka ku nivîsiye jî wekî anatomiya sosyolojîk ya wêjeya kurd bi nav kir.     'Ziman ji bin bandora siyasetê çaw dikare azad bibe'   Clemensê li ser fikra ku pirtûkeke bi vî rengî çawa pê re çêbûye jî wiha got: "Min li fransayê dest bi perwerdeya kurdî kir. Derbarê ziman de hin tiştên ku min tespît kirin min matmayî hişitin. Li Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê tenê çend pirtûk hebûn.  Min dest bi lêkolînê ikir û min gelek pirtûkên bi kurdî xwendin. Min hewl da ku di navbera ziman û sosyolojiyê de têkiliyekê deynim.  Ez li dora pirsên Ziman çawa dikare ji bin bandora siyastê xwe rizgar bike û qada xwe ava bike? Nivîskarên kurd kî ne? xebitîm."   Clemensê diyar kir ku di beşa duyem a pirtûkê de jî derbarê derketina Wêjeya Kurdî de agahî hene, got ku derbarê wêjeya kurdî de bi salan li diasporayê xebat hatine kirin û berê van  xebatan di salên 1990'î de guheriye Tirkieyyê.  Clemensê diyar kir ku bi destpêkirina xebatên bi vî rengî li Tirkiyeyê re eleqeya li hemberî kurdî jî zêde bûye.   'Li Kurdistanê wêje û siyast têkilhev bûye'   Clemensê diyar kir ku nivîskarên kurd li 3 nivşan parev dike û wiha got: "Karê nivîskarên serdema ewil ne weje bû. Herî zêde  li ser ferheng û rojnamegeriyê xebat meşandine. Nivşê duyem jî li di dîasporayê di nava salên 1970 û 80'yan de xebat meşandine. nivşê 3'yem jî yê serdema 1990'ye ku dest bi xebatê kiriye. Ev jî bi Kovara Rewşenê hatiye hatiye destpêkirin. Di vê kovarê de xebatên wêje, çand û siyasal hatine kirin. Li naveda xebatan nêrîneke siyasî heye. Bi vê xebatê re nivîskarên nû jî derketin holê. Nivşê rewşenê, ji xebatên li dîasporayê yê bi bandor bûye. Van nivîskaran ji dîroka kurt re şahidî kirin û di wêjeya wê de jî cih girtin."  Clemesê ya ku got wêje û siyaset têkilhev bûye di berdewamiyê de ev tişt got: "Divê ku ev rewş neyê redkirin. Dijberî vê divê bêyî ku ev rewş bê redkirin wêjeyek bê afrandin."   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.