Mîhrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê dewam dike 2018-10-13 14:29:03   QAMIŞLO - 2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê ya li navenda Mihemed Şêxo tê li darxistin di roja xwe ya 3'emîn de berdewam dike.   2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê ku li navenda Mihemed Şêxo ya Taxa Xerbî ya girêdayî Kantona Qamişlo, di bin duruşmeya "her bêjeyek kevirekî avahiya ziman e" tê li darxitin, di roja xwe ya 3'emîn de dewam dike. Bi dehan welatiyên Kantona Qamişlo û Bajarokê Tebqa, Reqa, Minbic û Dêra Zorê beşdarî mihrîcanê bûn.   Di destpêkê de Koma Kevneşopiya Dêrikê ya dengbêjiyê stranên bi coş pêşkêşî mêvanan kirin. Paşî jî meqaleya bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.